Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin 2020-06-13 15:49:14 ENQERE - Rewşenbir, nivîskar û ronakbirên navneteweyî, helwesta AKP-MHP'ê ya li dijî HDP'ê şermezar kirin û piştgirî dan HDP'ê. Koma rewşenbiran peyama piştevaniyê ji HDP’ê re şand û got: “Gelê kurd li aliyê rast ê dîrokê cihê xwe digirin." Piştî parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari hat betalkirin û hatin girtin, rewşenbir û ronakbirên li Ewropa bertekên xwe anîn ziman û piştgirî dan HDP'ê. Nûnrên Yekîtiya Komîteya Ciwanan a Îngîltere, Berdevkê Înîsiyatifa dostaniya Bi Rojava re Û Nivîskarê rojnameya Çep û Keskan Peter Boyle, Helbestkar Rahila Gupta, Sosyalîstê Avustralyayî û endamê MYK'ê Alex Brainbridge peyama piştevaniyê dan.    Endamê Yekîtiya Komînîstên Ciwan (YCL), bi sernavê “Li dijî tundiya dewletê piştevaniya gelê Kurd û Tirk" daxuyanî da. YCL'ê diyar kir ku bi gelê Kurd û Tirk re dinava piştevaniyê de ye.    BOYLE: BILA ZEXTÊN LI SER HDP'Ê BI DAWÎ BIBIN   Berdevkê Înîsiyatifa dostaniya Bi Rojava re Û Nivîskarê rojnameya Çep û Keskan Peter Boyle jî diyar kir ku wekîlên HDP'ê neheq ji peyvirê haitne girtin û girtin û wiha got: "Em piştgiriyê didin wekilên HDP'ê yên di bin zexta hikûmetê de ne. Em dixwazin zextên li ser HDP'ê bi dawî bibe.    GUPTA: GELÊ KURD LI ALIYÊ RAST Ê DÎROKÊ YE   Helbestkar Rahila Gupta jî gotina Helbestkar Ahmet Faraz a “Ger ku tu tenê şer li dijî min bi artêşekê bimeşine, te winda kiriye dijminê min ê tirsonek" û got: "Ev yek têkiliya gelê Kurd û Tirk baş tîne ziman. Ev şerekî neheq û ne wek hev ê li dijî gelê Kurd e. Gelê Kurd li aliyê rast ê şer e.    BAÎNBRÎDGE: EM LI PIŞT HDP'Ê NE   Sosyalîstê Avustralyayî û endamê MYK'ê Alex Brainbridge jî tundiya li ser hevşaredar û parlamenterên Kurd tên meşandin şermezar kir û got: "Ev mirov ji aliyê milyonan ve hatin hilbijartin. Ev mirov ji aliyê rejîma otoriter a Tirkiye ve bi awayekî keyfî ji peyvirê tên girtin. HDP  li Tirkiye muxalefeta herî mezin a li dijî îqtîdarê ye. Em kesên li Tirkiye têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin silav dikin.