HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir 2020-06-13 15:14:05 ENQERE - Şandeyeke HDP’ê, Navenda Giştî ya Malêngel ziyaret kir û ji bo tevlîbûna bernameya têkoşîna demokratîk a starta wê dan, daxwaza tevlîbûn û piştevaniyê kir.    Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçvoeya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de Navenda Giştî ya Malêngel ziyaret kir. Şandeya ji Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, parlamentera Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Edamê Meclîsa Partiyê (MP) Dogan Erbaş pêk hat, ji aliyê Hevseroka Giştî ya Malêngel Dîlşat Aktaş, endamên Desteya Rêveber a Navenda Malêngel (MYK) Betul Ozturk û Mûstafa Eberlikosê ve hatin pêşwazîkirin.      BAKIRHAN: DESTHILATDARIYÊ ŞEWB JI BO XWE KIR FIRSET   Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, di serdana xwe de derbarê kampanyeya dest pê kirine de agahî dan û wiha got: “Desthilatdariyê pêvajoya şewbê ji bo xwe veguherand firsetê. Di vê em ji bo vê rewşê bêjin êdî bese. Ji ber vê em di meşa xwe de bi israrin. Ev jî hikumeta AKP’ê aciz dike. Ji ber acizbûn û tirsa xwe ketina Edîrneyê qedexe kirin. Em dixwazin di vê pêvajoyê de bi awayekê hevpar tevbigerin. Ji ber vê em saziyên dostên xwe ziyart dikin û hêviya piştgiriyê ji wan dikin.”   AKTAŞ: ŞÊWAZÊ BERNAMEYÊN WIHA GIRÎNGE   Hevseroka Giştî ya Malêgel Dîlşat Aktaş jî, diyar kir ku di dema şewbê de, krîza ku desthilatdarî nikare bi rêve bibe hîn zêdetir hat dîtin û wiha bilêv kir: “Di vê demê de pirsgirêkên rast ên gel jî baştir derketin holê. Şêwazê bernameyên wiha pir girîngin. Em ê hewl bibin ku piştgiriyê bidin meşê.”