Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir 2020-06-13 14:23:19 WAN - Walîtiya Wanê, ji bo ku HDP’î nemeşin, ketin û derketin bajêr qedexe kir.    Walitiya Wanê, ji bo ku meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê bike, astenb bike ketin û derketina Wanê qedexe kir. Walitiyê, di daxuyaniya da de şewba vîrûsa koronayê kir hincet û ketin û derketina bajêr qedexe kir.