Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû 2020-06-13 13:29:52 MELETÎ - Di laboratuvara Zanîngeha Înonuyê de teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ku di teqînê de mirî û birîndar tunene. Li Meletiyê, di Laboratuvara Navendî ya Zanîngeha Înonuyê de di saetên serê sibehê de ji ber sedemeke ne diyar teqîn pêk hat. Ji ber teqînê li laboratûvarê şewat derket. Piştî 2 saetan şewata li laboratûvarê hat kontrolkirin. Hat diyarkirin ku di teqîna ku sedema wê hê nehatiye aşkerakirin de mirî û birîndar tunene.