Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin 2020-06-13 10:52:26   AMED - Wezareta Spor û Ciwanan, ferman ji 81 bajaran re şand û xwest xizmetkarên tenduristiyê yên ku di pêvajoya vûrûsa corona de li wargehên xwendekaran bi cih bûbûn, heta14'ê Hezîranê wargehan vala bikin.    Wezareta Spor û Ciwanan, ferman da Midûriyeta Giştî ya Wargeh û Krediyan û xwest heta 14'ê hezîranê hemû wargehên ku xizmetkarên tenduristiyê ji bo şewba vîrûsa corona lê bi cih bûbûn vala bikin. Wezaretê ferman ji midûriyeta 81 bajaran re şand û xwest di çarçoveya amadekariya serdema Hîndekariya sala 2020-2021'an nûkirina wargehan hemû xizmetkarên tenduristiyê yên li van wargehan bi cih bûne, heta 14'ê Hezîranê vala bikin.    Wezaretê di heman demê de xwest Wargeha Kredî û Hîndekariya Bilind a Amedê û Wargeha Suleyman Bin Halid a xwendekarên keç ku 250 xizmetkarên tenduristiyê lê bi cih bûne heta 14'ê hezîranê bên valakirin.