Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev 2020-06-13 09:57:53 STENBOL - Malbata Elma ku rayedarên dewletê cenazeyê keça wan Nadîre Elma ji Goristana Xerzanê revandibûn ATK'a Stenbolê û li Goristana Kilyosê defin kiribûn, cenazeyê keça xwe Elma li Gundê Marînê yê Nisêbinê li tenişta cenazeyê bavê wê defin kirin. Piştî testa DNA li hev hat, malbatê cenazeyê Nadire Elma girtin û li tenişta cenazeyê bav defin kirin. Keç û bav piştî 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev.  Malbata Elma ku 26 salin li cenazeyê keça xwe Nadîre Elma digerin piştî 26 sal şûnde gihiştin hestiyên keça xwe. Piştî xwîna malbata Elma û keça wan a li Goristana Kîlyosê hatibû definkirin li hev hat, cenaze ji Goristana Kîlyosê girtin û birin li tenişta cenazeyê bavê wê yê bêyî keça xwe bibîne jiyana xwe ji dest dabû, defin kirin. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê.  Di 18'ê Gulanê de derket holê ku cenazeyan 261 kesan li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan definkirine. Yek ji cenazeyên ku li Goristana Kîlyosê hatibû definkirin jî cenazeyê Nadire Elma’ya (Nalin Mardin) bû. Cenazeyê Elma piştî 26 salan li gundê ku lê ji dayik bûye li tenişta cenazeyê bavê wê hat definkirin.   Dayika Nadire Elma Mecbure Elma ya 67 salî, diyar kir ku keça wê hêj 14 salî bû di sala 1992'an de piştî rastî tundî û zilma dewletêhat ket şopa lêpirsîna ziman, çand û nasnameya xwe û çû çîyê. Mecbûre Elma, anî ziman ku piştî keça wan derket çiya û tev li PKK'ê bû zextên li ser wan zêdetir bûn û wiha got: "Xwestin em bibin cerdevan. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, me di sala 1994'an de koçî Stenbolê kir. Nadire, di sala 1999'an de li Navçeya Hawêlê ya Sêrtê di şer de li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Em di 2007'an de fêr bûn ku keça me jiyana xwe ji dest daye." Malbat piştî fêr bûn keça wan jiyana xwe ji dest daye ket şopa cenaze û di sala 2015'an de fêr bûn ku cenazeyê keça wan li Goristana Xerzanê hatiye definkirin. Malbat dema çûn Goristana Xerzanê dîtin ku li nava goristanê gora li ser ‘Nalin Mardin’ hatiye nivîsîn heye. Mecbûre piştî çend sal şûnde dît ku cenazeyê keça wê Nadire li goristana Xerzanê hatiye definkirin. Lê dema cenazeyê keça xwe dîtin, Bav Abdulkerim Elma li nexweşxaneya Êlihê di komayê de bû û hişê wî ne li serê wî bû. Lê her çend Mecbûre ji hevjînê xwe Abdulkerim re got 'Vay me Nadîre dît were ser hişê xwe' jî carek din bav çavê xwe venekir û jiyana xwe ji dest da. Piştî malbatê cenaze dîtin 3 roj şûnde bav li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    CENAZE LI TENIŞTA YÊ BAV DEFIN KIRIN   Cenazeyê bav li GunDê Marinê yê navçeya Nisêbînê defin kiribûn. Piştî cenazeyê Nadîre Elma ji goristana Xerzanê revandin Goristana Kîlyosê, malbatê serî li serdozgeriyê da û xwîn dan. Malbatê di 13'ê Kanûna 2019’an de cenazeyê keça xwe Nadire Elma wergirt û di 14'ê Kanûna 2019'an de li Gundê Marînê yê Nisêbîna Mêrdînê li tenişta cenazeyê bavê wê defin kirin. Piştî ku Nadîre Elma tev li PKK'ê bû, 26 sal şûnde cenazeyê Elma li tenişta bavê wê definkirin.    Dayik Mecbure Elma, anî ziman ku daxwaza wan a herî mezin ew bû ku bigêjin hestiyên keça xwe û wiha got: "Bav bi hesreta keça xwe çû. Bi çavê xwe gora keça xwa nedît. Ji ber vê yekê dema me cenazeyê keça xwe girt, me li tenişta yê bavê wê defin kir. Di gorê de keç û bav gihiştin hev. Mafê tu kesî tune ku vê yekê bînin serê Kurdan. Dema me dît cenazeyê keça me li Goristana Xerzanê ye êdî keyfa me hat ku gora keça me heye û em dikarin li ser şînê bigirin. Lê piştî 2 salan bêyî agahiya me cenaze revandin û li peyarêya Goristana Kîlyosê defin kirin. Me ewil li Bedlisê xwîn da, piştre em çûn Enqereyê. Ji wir jî em çûn ATK'a Stenbolê. Herî dawî em fêr bûn ku cenazeyê keça me li Goristana Kilyosê hatiye defin kirin. Dema em çûn cenazeyê keça xwe bigirin, me dîtin ku cenaze tev xistine qutiyan û tev li ser hev veşartine. Em dayik in. Em dixwazin xwîn raweste. Çima her kes di cejna de diçin ser gorên zarokên xwe û çima em nikarin biçin ser gorên zarokên xwe? Çima gora zarokên me xera kirin. Ji ber ku em Kurd bûn gora zarokên me xera kirin. Ma mafê Kurdan tune ? Ez 67 salî me. Ez bi Tirkî nizanim. Zarokên me ji bo ziman, çand û nasnameya xwe çûn çiyê. Piştî jiyana xwe ji dest dan jî vê carê hestiyên wan ji gorê derdixin. Nahêlin di gorê de jî bistirin. Em dayik in. Em naxwazin zakên dayikan bên kuştin. Keça min 28 sal berê ji ber zilmê çû. Ew qas salin îşkence, zilm zext û zordariya polîs, esker û dewletê ji ser dayikên Kurdan kêm nabe. Dema me cenazeyê xwe dît em kêfxeş bûn. Ev çawa tişt e. Çawa çêdibe ku mirov cenazeyê zarokên xwe dibîne kefxweş dibe? Tişta li me tê kirin hovîtî ye. Ji hestiyên zarokên me ditirsin û êrîş dikin. Ma ne guhen e? Çi ji hestiyên zarokên me dixwazin? Hestiyên zarokên me di qutiyê de dan me. Ma tiştek ji vê êşê mezintir û girantir heye? Heta ez bijîm ez vê yekê ji bîr nakim."