Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn 2020-06-13 09:38:25   RIHA- Bi ser qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar ên ji aliyê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, 2 sal derbas bûn. Dayik Emîne Şenyaşar mîna her carê dîsa daxwaza edaletê kir û got: “Êdî bese. Bila ev zilm bi dawî bibe. Çavên min ji girînê kor bûn.”    Bi ser qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û du kurê wî Celal û Adîl Şenyaşar ên ji aliyê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve berî hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an li kargeha malbata Şenyaşar û li nexweşxaneyê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û ew kuştibûn re 2 sal derbas bûn.   Di derbarê bûyerê de heta niha tu pêşveçûyîneke  çê nebûne. Fadil Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bû û dûre hat girtin, ev 2 salin li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yek kesî de tê girtin. Birayê Yildiz ê AKP’î Enver Yildiz di 17'ê Îlonê de tevî komeke li gel xwe ku ji 50 kesan pêk dihat çûbû Edliyeya Rihayê û teslîm bûbû. Enver Yildiz dûre hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.    Yek ji şahidên êrîşa di nexweşxaneyê de pêk hat Emîne Şenyaşar, di 2’yemîn qetilkirina hevjîn û 2 kurên xwe de, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê ev 2 salin girtiyê bê berdan û wiha hawara xwe anî ziman: “Êdî bese, bila ev zilm bi dawî bibe. Çavên min ji girînê kor bûn.”    ‘EDALET LI KU DERÊ YE?’   Dayik Şenyaşar, anî ziman ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşê de hatin qetilkrin û wiha axivî: “Armanca êrîşê tunekirina hemû malbatê bû. 3 canên me qetilkirin. Yên man jî hemû birîndar bûn. Kurê min ê din Fadil jî ev 2 salin girtiye û di hucreya yek kesî de tê girtin. Dixwazin wî jî di wir de birizînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Ji vê zilmê re êdî bese. Êdî taqeta me nemaye. Zilmê li malbata me dikin. Gelo çima edalet tuneye? Çimanê kurê min di hucreya yek kesî de digirin? Bav û birayên kurê  min kuştin û ew jî xistin girtîgehê. Yên ku em qetilkirin jî her tim li ber dikana me digerin. Çavên min ji girînê kor bûn. Em diçin gel dozger bera me didin. Edalet tuneye! Her roj vê zilmê bi me didin jiyîn. 3 kes ji malbata min qetilkirin. Kurê min jî xistin girtîgehê. Ma ev edaletek çawane? Ka edalet li ku derê ye?”    TU PÊŞKETIN TUNE YE!   Ferît Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin qetilkirin jî, wiha axivî: “Ligel ku bi ser qetilkirina bav û 2 birayên min re derbas bûn jî di dozê de tu pêşketin tuneye. Di pêvajoya derbasbûyî de her tişt avêtin ser malbata me. Ji malbata me 3 kes kuştin, lê bi awayekê pir rehet li derve digerin û jiyana xwe dewam dikin. Dîsa birayê min ê girtî di hucreya yek kesî de digirin. Êdî em nikarin vê zilmê rakin. Em dixwazin dozger û dadgerên bêalî dîmenên kamerayên nexweşxanê û kargeha me lêkolîn bikin û darizandinek adîlane çêbe.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIBIN ENQERÊ’   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku birayê wî Fadil 2 salin bi awayekê  bêsûc di girtîgehê de digirin û wiha got: “Me heya niha 8 caran daxwaznameyên gilîkirinê ji Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) re  nivîsandin. CÎMER, me sewqî Wezareta Tenduristiyê, ew jî me dewrî Wezareta Dadê, Wezareta Dadê jî me sewqî Wezareta Karê Hûndir û ev jî me sewqî walîtiyê dikin. Herî dawî ji me re gotin ‘Lêpirsîn dewam dike.’ Ma ev lêpirsînek çawane. Em vê qebûl nakin. Heya mehek din dadgehê heye. Ger di dadgehê de biryarek bi edalet neyê dayîn em ê têkoşîna xwe ya edaletê bibin Enqerê. Emê ji bo edaletê heye dawiyê têbikoşin. Wê demê yan bila me bigirin, an jî bila me bikujin. Ji bilî vê tu çareyek din tuneye. Em tu carî dest ji vê doza xwe bernedin.”    DANIŞÎN DÊ BÊ DÎTIN   Piştî ku îdîanameya bûyerê hat qebûlkirin, biryar hat dayîn ku danişîna yekemîn a dozê di 24’ê Adara 2020’an bê dîtin. Lê ligel vê jî veguhestina dosyayê hat qebûl kirin û doz birin Meletiyê. Bi vî awayî danişîna dest pê kê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) nehat dîtin. Danişîna ku diviyabû di 15’ê Nîsanê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin, di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar de hat dîtin. Şandeya Dadgehê li ser dosyayê lêkolin kir û biryar da ku girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz dewam bike. Dadgehê dûre danişîn taloqî 5’ê Tîrmeha 2020’an kir.