ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-13 09:00:31 * Malbata Elma ku rayedarên dewletê cenazeyê keça wan Nadîre Elma ji Goristana Xerzanê revandibûn ATK'a Stenbolê û li Goristana Kilyosê defin kiribûn, piştî 26 sal şûnde gihiştin cenazeyê keça xwe Elma. Piştî testa DNA li hev hat, malbatê cenazeyê Nadire Elma girtin û li tenişta cenazeyê bavê wê yê bi salan li keça xwe geriya defin kirin. * Bi ser qetilkirina Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar ên ji aliyê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, 2 sal derbas bûn. Dayik Emîne Şenyaşar mîna her carê dîsa daxwaza edaletê kir û got: “Êdî bese. Bila ev zilm bi dawî bibe. Çavên min ji girînê kor bûn.”     * Di navbera gundê Sorbitnê û Bêşêrê yê Silopiyayê de ji bo qaleqola nû hatiye çêkirin bi hezaran dar hatine jêkirin.    * Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag diyar kir ku 22 malbatên êrîş gorên zarokên wan hatin xerakirin serlêdana sûc kirin. Karadag wiha got: "Em dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bidin."    * Parêzer Bariş Işik, bal kişand ser şideta polîsan û zêdekirina karbidestiya notirvanan û got: "Dixwazin her cure têkoşînê bi darê zorê bitepisînin. Temînatên ku di qanûnên bingehîn û peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin jî tune tên hesibandin."    * Parêzerê  Îlhan Yukkol ê ji sedî 73 berastend yê di 9’ê Hezîranê de li Mêrsînê hat kirin, diyar kir ku wan rapora tenduristiyê yê muwekîlê xwe pêşkêş kir, lê li gel vê jî nehat berdan.    *  Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 301'an de çalalakiya xwe li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê berdewam bikin. (11.00)   * Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 592'an de dê li ser medya civakî berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 794'an de çalakiya aqûbeta windayan li ser hesabê medya civakî berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 429'an a çalakiya "Rûniştina F" de ji ber şewba vîrûsê dê li ser medya civakî berdewam bikin. (13.30)   * Komîsyona Baweriyan a HDP'ê, Komeleya Oldaran û Federasyona Komeleyên Elewiyan dê Navenda Giştî ya HDK'ê ziyaret bike. (11.30-18.00)   * Parlamenterên HDP'ê dê li navçeyên Stenbolê gel ziyaret bikin. (16.00-19.00)   * Hewldana Jin Bi Hevre Bi Hêz in dê bi dirûşmeya “Li dijî cînayetên Jinan tedbîrên bi lez, Hema Niha" li Şişhaneyê kom bibin û biçin li Îskeleya Emînonu ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30-20.00)