Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir 2020-05-17 11:34:29   WAN - Koçberiya masiyên Gola Wanê yên Încî Kefalî dest pê kir.    Her sal di navbera demsala bahar û havînê de masiyên Gola Wanê yên Încî Kefalî dest bi koçberiyê dikin. Îsal dîsa di meha Gulanê de koçberiya masiyên Gola Wanê yên Încî Kefalî dest pê kir. Dema masiyên Gola Wanê yên Încî Kefalî dest bi koçê dikin li pey xwe dîmenekî rengîn dihêlin.