Holdînga Cengîz karkeran mexdûr dike û li herêmê talanê pêk tîne 2020-04-20 09:00:56   MÊRDÎN – Holdînga Cengîz 118 karkeran ji kar derxist. Holgîng li gel mexdûrkirina karkeran li herêmê talan xwezayê pêk tîne.    Holdînga Cengîz 118 karkerên di înşata rêya hesin ên li Amed, Mêrdîn û Şemrexê dixebitin ji ber ku xwestin bi boneya vîrûsa koronayê şert û mercên wan werin başkirin, ji kar hatin derxistin. Holdînga Cengîz yek ji wan holdînga ye ku alîgiriya hikumetê dike û îhaleya ji hikumetê digire. Her wiha holdîng bi mexdûrkirina karkeran û talankirina xwezayê jî tê nasîn.    TALAN, TALÛKE, GEF Û WÊRANKIRIN    Holdînga Cengîz piştî ku AKP di sala 2002’an de bû desthilatdar li bajarên Kurdistanê îhaleyan ji AKP’ê girt û dest bi bernameyên arîzekirinê kir. Holdînga Cengîz di sala 2011’an de bi desteka hikumetê tesîsa fosfatê li navçeya Şemrexa Mêrdînê ava kir. Tê gotin ku mexdûrkirina karkeran ne nû ye û salên berê jî bi destê holdîngê karker hatine mexdûrkirin. Holdîngê li gelek gundên bajarên herêmê di çavdêriya esker û polîsan de eraziyên şêniyên gundan û xwezayê talan kir. Her wiha gundî û siyasetmedar dibêjin ku Holdînga Cengîz li herêmê olansaziya sazkirina hewza siyanûrê kiriye û tê gotin wê ev hewza siyanûrê talûkeyek mezin bi xwe re bîne û ji bo çandinî û sewalkariyê jî gefek mezin e.    ‘BI DESTÛRA ÎQTÎDARÊ XWEZA TÊ TALANKIRIN’    Endama Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol têkildarî talankirina Holdînga Cengîz axivî û bal kişand ser kirinên Holdîngê ku li herêmê talankirinek mezin pêk aniye. Akyol diyar kir ku Holdînga Cengîz bi kirinên xwe li herêmê rê li ber talankirina xwezayê vedike û tevî ku destûra talankirinê nayê dayîn jî lê Holdîng bi rayeya xwe ya alîgirtiya hikumetê pêk tîne. Akyol da zanîn ku divê destûra çêkirina tesîsa gubreya di bin banê Etî Bakir a holdîngê tê birêvebirin nehata dayîn û got: “Herêmek wiha ku niha ji aliyê Holdîngê ve tê talankirin divê di bin parastinê de bûya. Lê mixabin destûra talanê hatiye dayîn. Li cihê înşat lê heye xweza tê wêrankirin. Cihek ku di warê ekolojiye xwedî girîngiyê pêşkêşî Holdînga Cengîz hatiye kirin. Ji bo talankirina xweza û jiyana sewalan herêm hatiye piştguhkirin û çavê xwe lê girtine. Ji bo ranta xwe xwezayê talan dikin. Tenê li ser kaxizan kar û barê destûra vê talanê hatiye dayîn. Îqtîdar jî viya dizane lê bi zanebûn çavê xwe ji vê yekê re digire. Çawa ku li Heskîfê xweza, dîrok, çand hat tunekirin, niha heman tiştî jî bi destê Holdînga Cengîz tê kirin.”    MA / Ahmet Kanbal