‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’ 2020-04-13 10:08:26   ENQERE – Endezyarê Hawîrdorê Cîhan Ersoy hişyar kir ku şewba koronayê sînyala dawî ya ji bo mirovan e û divê însan dev ji sotemeniya fosil berdin û derbasî pergalên alternatîf bibin.    Endezyarê Hawîrdorê Cîhan Ersoy bandora şewbê ya li ser xwezayê nirxand. Ersoy talankirina xwezayê yek ji daxwazên sereke yên pergala kapîlîzmê ye û belavbûna şewbê bi bertek nîşandana civakan re gire da.    GERMBÛNA KÛREWÎ BANDORÊ LI SER PANDEMIYÊ DIKE    Ersoy diyar kir ku dinya bêamadeyî ket nava vê bobelata vîrûsa koronayê û got: “Ne mimkin e bi destê însanan hatibe peydakirin. Germbûna kûrewî li ser derketin koronayê bandorê dike. Dibe ku ewr vîrûsê digerînin. Germbûna kûrewî li ser van pandemînên wiha bandorê dike. Li dijî vê germbûna kûrewî pergalên alternatîf hene. Pergala ewil ekosistem e û ev pergal dikare pêşî li pevçûna pandemiya navbera xwezayê û însanan bigire. Însan yek ji xelekên nava ekosîstemê ne û divê êdî di ferqa vê de bin.”    ‘PIŞTEVANÎ ŞERT E’    Ersoy anî ziman ku vê şewba kûrewî bû wesîleya hevgirtin û piştevaniyê û wiha got: “Bi derketina şewbê re torên piştevaniyê zindî bûn û însanan destê alîkariyê dirêjî hev kir. Dewlet tenê nikarin bi şewban re têbikoşin. Ji bo vê yekê jî piştevaniya însanan şert e. Piştî şewbê wAê krîzên aborî yên cidî derkevin holê. Wê piştî şewbê ji derxistina kar jî zêde bibe. Wê rê li ber aloziyek civakî veke. Ev şewb sînyalek dawî ya xwezayê ji bo mirovan e. Hişyariya xwezayê y ji bo mirovan e. Divê însan dev ji sotemeniya fosil berdin û derbasî pergalên alternatîf bibin.”    MA / Emrullah Acar