Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin 2017-12-19 10:58:05 DÊRSIM – Dildarê Parastina Xwezayê Haydar Çetînkaya, bal kişand madena kromê ya li zozanê Karagozê tê vekirin, aşkera kir ku bi vê projeyê re dixwazin xwezaya herêmê tune bikin. Dildarên Parasatina Xwezayê, rojên borî diyar kirin ku di navbera zozanê Karagozê ya çiyayên Helê û li navçeya Pîlemuryeyê de, li ser hezar û 900 hektarî porjeya madena krom tê avakirin. Zozanê Karagozê di warê nebat û bizinên çiyayî yên Şamua de herêmeke gelek dewlemend e. Heke ev porje bikeve meryetê, dê xwezaya herêmê talan bibe û gelek ajal, nebatên li herêmê tune bibin.   WALÎTÎ: LI ZOZANAN ÇED NE PÊWÎS E!    Walîtiya Dêrsimê di sala 2017'an de proje erê kir û biryara "ÇED ne pêwîst e", tê gotin ku dê Şirketa Madenvaniyê ya Dîmînê di demeke nêz de li zozanên Karagozê dest bi xebatan bike, agahiyên di vê der barê de li ser malpera Fermî ya Wezareta Bajarvanî û Derûdorê weşand. Ji hêla din ve ji bo proje bikeve meryetê demek dirêj e xebat tên kirin.   HERÊM XWEDÎ DEWLEMENDIYA XWEZAYÊ YE   Dildarê Parastina Xwezayê Haydar Çetînkaya, li herêmê ji bo parastina xwezayê gelek xebat meşandiye, da zanîn ku wan li ser porjeyê lêkolînek berfireh kiriye, di naveroka xwe de çi dihewîne wan daniye holê. Çetînkaya, diyar kir ku zozanê Karagozê xwedî dewlemendiyek mezin a xwezayê ye, di warê avên binerdî de dewlemend û her kes dixwaze wê herêmê bibîne.   ‘XWEZAYÊ TALAN DIKIN’    Çetînkaya, destnîşan kir ku walîtiiyê destûra "ÇED ne pêwîst e" daye û wiha axivî: "Bi hişmendiya mêtingeriyê nêzikî xwezaya herêmê dibin. Divê ev proje bê betalkirin. Tu zerarên li dijî xwezayê di projeyê de cih nagirin. Berovajiyê wê tê gotin ku tu zerarê nade xwezayê. Lê dema em li rastiyê mêze dikin, projeyeke zerarê dide xwezayê amadekirine. Divê dosya ji nûve bê lêkolînkirin û proje betal bibe. Divê ÇED biryara pêwîst bide." Çetînkaya aşkera kir ku ji bo 24 hektarî destûr hatiye xwestin, her kes jî dizane dê di pêşerojê de şirket vê hektarê derbixe 2 hezar hektarî.   AJALÊN DÊ PÊ BANDOR BIBIN   Çetînkaya anî ziman ku di projeyê de tê gotin ku dê ajal pê bandor nebîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes jî baş dizane li vê herêmê ajalên kovî dijîn. Li bajarê me 2 cure bizinên kovî hene. Yek ji wan Bezuar ya din jî Şamua ye. Şamua qiloçên wê çingal e. Bezuar bizina kovî ye. Ev bizin li her derê xwezayê dijîn. Lê Şamua tenê li herêmekê dijîn. Yek ji van li çiyayê Helê yê zozanê Karagozê dijîn. Nivşê Şamua di bin xetereya tunebûnê de ye. Dîsa hirçên boz, pisîkên çoleme, kewên ur, teyr û gelek ajalên din li vê herêmê dijîn. Bi projeyê re dê mudaxaleyê xezayê û jiyana ajalan bikin."   NEBATÊN LI HERÊMÊ   Çetînkaya der barê nebatên dê tune bibin de jî ev agahî da: "Hin nebatên dê tune bibin, li Tikriyeyê jî tê dîtin û hin nebat aydê Dêrsimê ne. Gezîze, lîpar, feslexen û gelek nebatên din. Gelek ji wan li Tirkiyeyê di bin parastinê de ne." Çetînkaya da zanîn ku di projeyê de wekî ku çavkaniyên avê tune ne, cih negirtiye û bi wêneyan çavkaniyên avê nişan da û wiha axivî: "Sûlaveke 7 qatî heye. Li tu dera Tirkiyeyê sûlavek wiha tune. Dîsa gelek gulêm me yên ku tu tişt naşibe wan hene. Dixwazin bi madena kromê her derî jehrî bikin."   GUNDÊN LI HERÊMÊ   Çetînkaya destnîşan kir ku li herêmê gundê Askireg, Bos û Çirikê jî hene, dê ev proje bandoreke xirab li ser gundiyan bike, dê welatî ji herêmê koçber bibin û wiha pê de çû: "Ev gund bi sewalkariyê debara xwe dikin. Sewalkariya li gerêmê li ber tunebûnê ye. Dê neçarî bimînin gundan vala bikin."   ‘DIXWAZIN DEWLEMENDIYA KROMÊ BIXIN DESTÊ XWE’   Çetînkaya got ku şirket bi hêrsa karkirinê xwezayê tune dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê qanûnên ji bo xwezayê hatine hatine sistkirin bişidînin. Li herêmê krom zêde ye. Ji bo kromê xezayê talan dikin. Dixwazin dewlemendiya kromê bixin destê xwe."   MA / Semra Turan