‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’ 2017-12-17 09:41:01 EDENE – Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz bertek nîşanî çêkirina Santrala Hêzê yên Nukleerê ya Akkuyuyê da û aşkera kir ku kesê pêzan li ser înternetê agahî kopî kiriye û li rapora ÇED'ê zêde kirine û da zanîn ku der barê mijarê de tu agahiya wî tune.   Li bajaroka Buyukecelî ya navçeya Gulnara Mêrsînê Santrala Hêzê ya Nukleerê ya Akkuyuyê (NGS), ruxmê hemû nerazîbûnan jî tê çêkirin. Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz destnîşan kir ku santral yek jî projeyên herî xeter e tê çêkirn.   Gurbuz tev li 11'emîn Sempozyuma Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Elektronîkê û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) amade kiribûn bû, aşkera kir ku santral hem xwezayê û hem jî jiyana mirovan jehrî dike. Gurbuz, diyar kir ku heke li cihekî herikîn û tiştek bibe, dê li Mêrsînê jiyan bitevize û wiha got: "Bermahiyên di dema hilberînê de derkevin holê jî rîskek mezin bi xwe re tîne. Di warê aboriyê de jî ji Tirkiyeyê re tiştek nayê, dê tenê Rûsya ji vê yekê sûdê bigire."   Gurbuz destnîşan kir ku hilberîna enerjiya ceryanê ya bê kirin, li gorî peymana bi Rûsyayê re kirine dê bi buhayê 12 sent dolarî bê kirîn û wiha axivî: "Dê şirket û Rûsya qezenc bike, ji derveyê wê dê gel û her kes winda bike."   'NE PÊKAN E ÇED ERÊ BIKE'   Gurbuz da zanîn ku doza der barê Akkuyuyê de berdewam dike, lê di bin sîha hikumetê de dewam dike. Gurbuz aşkera kir ku ew pêvajoya dozê dişopînin, mînakeke di rapora ÇED'ê de heyî, ji bo betalkirina têrê heye û wiha pê de çû: "Ji kesên pêzan der barê guhertina avhewayê de ji Wîkîpedîayê agahiyên şaş girtine. Ev agahî komî kiriye û bi raporê ve zeliqandiye. Kesê pêzan der barê zerarên santrala nukleerî de ne xwedî agahî ye û pê nizane ka çiqas feyde û zerarê dide xwezayê. Ji ber ku vê nizane agahiyên ji înternetê sûd girtiye. Ev agahî şaşin. Şuraya dewletê jî dibêje ku 'Ev kar rast e.' Ne mimkun e ku suraya dewletê vê raporê erê bike. Di rapora ÇED'ê de bi hezaran kêmasî û şaşî nene. Hêvjiya min ew e ev rapora ÇED'ê betal bibe. Em ê vê bibînin."   Gurbuz anî ziman ku ev proje di warê siyasî û aborî de projeyek şaş e û da zanîn li tevahiya cîhanê hejmara santralên nukleerî kêm dibin, li Tirkiyeyê nû dest pê dikin, der barê agahiyan de hemû burokrat ne xwedî agahî ne. Gurbuz destnîşan kir ku ew bi vê rewşê bi Rûsyayê ve tên girêdan û wiha got: "Dê ji Rûsyayê tiştên ji bo şewatê bên standin. Dema Rûsya tişta pêwîst ji bo santralê neşand, hûnê nikaribin hilberînê jî bikin."   'JI PÊŞEROJÊ RE BOMBEYEKÊ DIHÊLIN'   Gurbuz derbirî ku di demeke kin a derbasbûyî de 3 karesatên nukleerî qewimî ne û heke tiştekî wisa li vir bibe, dê bandoreke gelekî mezin li ser Mêrsînê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Mêrsînê qezayek bibe, dê tûrîzîm biqede. Hûn Deryaya Spî dizanin. Dê zeviyên çandiniyê tune bibin. Masîvanî û hemû bazirganî dê raweste."   Gurbuz diyar kir ku herikîn an jî tiştekî din neqewime mî dê xetereyên santralê zêde bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Madeya radyaktîf a ji bermahiyan derdikeve, dibe ku tev li av û hewayê bibe û kes garantiya vê nikare bide. Trontonyum 230 ya di nava bermahiyan de ye, bermahiya radyoaktîf e û divê 244 hezar sal nekeve nava av û axê. Lê cîhan di vê der barê de ne xwedî tecrube ye. Dê piştî 50 salan çi bibe ne diyar e. Ji nebî û pêşeroja wan re bombeyekê dihêlin."   MA / Hamdullah Kesen