MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne 2017-11-13 09:19:16 MUGLA - Endamê Lijneya Rêveberiya MUÇAP'ê Şamîl Beştoy diyar kir ku ew dixwazin jiyaneke bi xwezayê re wek hev ava bikin û wiha got: "Divê enerjî ne şer, aştiyê bi pêş bixe. Divê enerjî di bin kooperatîfbûnê de bê berhevkirin." Yek jî saziyên li Tirkiyeyê li dijî talana xwezayê tê dikoşe Plaforma Derûdorê ya Muglayê (MUÇAP) e. Di vê saziyê de rêxistinên li dijî talana xwezayê, rêxistinên tûrîzmê û konseyên bajêr jî di nav de qasî 30 rêxistinên cuda di MUÇAP'ê de cih digirin, li ku talaneke xwezayê hebe li wir xebatên xwe dimeşînin. Platforma ku li dijî Santralên Enerjiya Bayê (RES), Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) Santralên Termîkê û xebatên rantî têkoşînê dide, di qada navneteweyî de jî têkiliyên xwe dewam dike. Endamê Lijneya Rêveberiya MUÇAP'ê Şamîl Beştoy der barê xebatan de agahî da.   Beştoy diyar kir ku beyî ku zerarê bidin xwezayê dixwazin hilberîna enerjiyê bikin û bi rêya kooperatîfan bi rêve bibin.   'ARMANC JIYANA HEVPAR E'   Beştoy aşkera kir ku wekî li her derê Tirkiyeyê, li Muglayê jî talana xwezayê bi destê dewletê tê kirin, piştrast kir ku peywira MUÇAP'ê ew e hebûna xwezayê, cureyên biyolojîk û hevkêşeya xwezayê biparêze, bi xwezayê re rewşeke hevdu xwedîkirin derxe holê û jiyana hevpar ava bike. Beştoy destnîşan kir ku ew dixwazin xweza û jiyana hevpar bi hev re bihûnin û gel bi awayekî aktîf tev li vê xebatê bikin, li dijî hemû cure qirejiyên derûdorê, xebatê bi pêş bixin.   Beştoy da zanîn ku ew armanc dikin ku pêşî li qirêjiya derûdorê bigirin û xebatên ku hevkêşeya xwezayê xirab dike, pêşî li wan bigirin û wiha axivî: "Em di vê çarçoveyê de li qada neteweyî û navneteweyî di nav têkiliyan de ne. Lê têkoşîna me ya hiqûqî têrê nake, bi çalakiyan em dixwazin bala raya giştî bikişînin ser xwe û piştgirya wan bigirin. Bi rêyên siyasî dixwazin zextên demokratîk ava bikin."   BI XEBATA QADÊ BAC TÊ KOMKIRIN   Beştoy diyar kir ku wezaretê ji bo qadên xwezayî yên SÎT ji nûve der barê wan de sererastkirinekî bike lêkolîn dane destpêkirin, taslaka ku derketiye holê wan li ser hûrnihêrînek kiriye, bi rêya panel û çalakiyan raya giştî agahdar dikin. Beştoy destnîşan kir ku ew enerjiya xwe nû dike diparêzin, lê bi xebatên hiqûqî û civaknasiyê, dixwazin pêşî li taxrîbata xwezayê bigirin, dê encamên xebatê dîsa bi rêya panel û şahiyan ji raya giştî re parve bikin.   Beştoy piştrast kir ku xebatên li qadê gelekî girîng in û wiha pê de çû: "Hevgirtiyên me li her qadê xebatan dimeşînin û rêxistinkirina tê zanîn berdewam dikin. Ji axê bigire heta behrê, di her warî de hûrnihêrîn tên kirin, di heman demê de xebatên li qada navneteweyî jî li ber çavan re tên derbaskirin." Beştoy got ku "Divê enerjî bê kooperatîfkirin" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê enerjî ne şer biafirîne aştiyê bi pêş bixe. Ji ber wê jî divê li ser tasarûfa enerjiyê bê sekinîn. Divê enerjî bibe kooperatîf û li gorî wê bê xebitandin."   MA / Rûken Demîr