Ekolojîstan li Bergamayê hev dîtin: Kambax be sanayiya we 2017-11-11 12:50:53 ÎZMÎR - Ekolojîstan li Bergamayê hev du dîtin, li ser rêxistina hevpar û têkoşînê nîqaş meşandin. Ekolojîstan got ku "Kambax be sanayiya we" û kêvxweşiya xwe bi gotinên wekî "Baş e ku têkoşîna ekolojîstan heye" anîn ziman. Di çarçoveya "Hevdîtina Ekolojîstan a li Bergamayê" de li navçeya Bergamayê ya Îzmîrê ekolojîst hatin gel hev, der barê têkoşîna ekolojîstan a li Tirkiyeyê, pirsgirêkên wan û têkoşîna hevpar de li rêyên çareseriyê geriyan. Di hevdîtina li Navenda Çandê ya Bergamayê de, Platforma Bartinê, Platforma Derûdorê ya Bergamayê, Platforma Biratiya Newalan (DEKAP), Platforma Derûdorê ya Deryaya Spî a Rojhilat, Herêma Sanayiyê ya Organîzeya Demîrtaşê (DOSAB) Platforma ji Santralên Termîk Re Na, Platforma Çand û Derûdorê ya Egeyê (EGEÇEP), Parastvana Daristanên Bakur (KOS), Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê (MEH), Platforma Derûdorê ya Muglayê (MUÇEP), Komeleya Artvîna Kesk û Lijneya Parastina Munzurê jî tev li civînê bû. Di salonê de ji derveyê pankarta "Kambax be sanayiya we", gelek wêneyên der barê ekolojiyê de hatin daliqandin.   TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ TÊRÊ NAKE'   Serokê Şaredariya Bergamayê Mehmet Gonenc di hevdîtinê de axivî, ji ber hevdîtin li Bergamayê kêfxweşiya xwe anî ziman, aşkera kir ku gelê Bergamayê bi salan e têkoşîna xwe ya ekolojiyê dide. Gonenç da zanîn ku di serî de têkoşîna li dijî Madena Zêr a Kozayê, di gelek waran de têkoşîna hiqûqî qezenc kirine û wiha got: "Lê têkoşîna hiqûqî têrê nake, ev bi têkoşîna li Bergamayê re careke din derket holê. Piştî hiqûq ji hêla pergalê ve hat îhlalkirin, têkoşîn di asteke din de dimeşe. Ruxmê hemû rewşên neyînî jî dê dê têkoşîn bi gelek aliyan ve bê dewamkirin, ev hevdîtin li tevgerên ekolojîst ên li Tirkiyeyê pîroz be."   'BAŞE KU TÊKOŞÎNA EKOLOJÎST HEYE'   Piştre Berdevkê Demî yê EGEÇEP'ê Porf. Dr. Alî Osman Karababa di mijara "Ji Bergamayê heta Cerattepeyê Têkoşîna Ekolojîk" de axivî û têkoşîna ekolojiyê ya li Tirkiyeyê bi wêneyan vegot. Karababa, da zanîn ku têkoşîna ekolojiyê pêşî li texrîbata zêde girtiye û piştrast kir ku pêwîstiya ekolojîstan bi têkoşîna hevpar heye û got ku "Baş e ku têkoşîna ekolojiyê tê dayîn."   MIJARÊN TÊN NIQAŞKIRIN   Di hevdîtina di bin sernavên wekî "Pirsgirêkên me yên der barê têkoşîna ekolojiyê de", "Têkoşîna ekolojiyê û pirsgirêkên me yên siyasî", "Têkoşîna ekolojiyê û pirsgirêkên me yên hiqûqî", "Di têkoşîna ekolojiyê de pirsgirêkên fînansal û pirsgirêkên din", "Di têkoşîna ekolojiyê de yekitî û rêxistina hevpar", "Di têkoşîna ekolojiyê de rêbazên nû: Divê em çawa bikin" hatin nirxandin.