Li dijî wêrankirina xwezayê pedalan dizivirînin 2017-11-06 09:11:16 MUGLA - Sîmon Pîlîphs ê ji Îngiltereyê li Bodrumê bi cih bû, li dijî wêrankirina xwezayê ya li Tirkiyeyê pedalan dizivirîne û hewl dide di civakê de li hemberî xwezayê hestiyarbûnê derxe pêş. Sîmon Pîlîphs ê 50 salî berî 30 salan bi hevjîna xwe re ji Îngiltereyê hat û li taxa Ortankent a navçeya Bodruma Muglayê bi cih bû. Ji roja li Tirkiyeyê bi cih bû û vir ve bi duçerxeyê bajar bi bajar diğere û bal dikişîne ser talankirina xwezayê. Berê jî li Îngiltereyê û piştre jî li Fransayê li dijî talankirina xwezayê çalakî pêk aniye û dixwze di civakê de serwextbûnekê bide avakirin û her dem pedalan dizvirîne. Pîlîphes ê ji vê xebatê gelekî kêfxweş e, heta niha li bajarên wekî Cizîr, Wan, Karadenîz û Bodrumê pedal zirivandiye.   ‘XWEZAYÊ BI HOVANE TUNE DIKIN'   Pîlîphs diyar kir ku dema ew hatiye Tirkiyeyê, di ger û geştê de dîtiye ku xweza tê talankirin û wiha axivî: “Piştî ez li gelek herêman geriyam, min biryar da ku ez li Tirkiyeyê bijîm. Gava li çiyan, deşt û rûbaran ez geriyam, gelek rewşên zehmet ketin ber çavên min. Li Tirkiyeyê nirxên dîrokî û xwezayî yên girîng hene. Lê kes xwedî li wan dernakeve. Xweza hemû tiştî dide mirovan, lê li Tirkieyeyê xweza bi hovane tê talankirin. Dema ez bi duçerxeyê derdikevim gerê, ji gelek bûyeran re şahidiyê dikim û dixwim bin qeydan balê bikişînim ser van bûyeran. Kes guh nade giliyê me. Ger rewşek wisan li Îngiltereyê rû bide, dê di kêliyê de mudaxile bikiran û serî li rêyên ceza kirinê bidin. Divê gel di mijara xwezayê de bê zanekirin. Li Tirkiyeyê bac pir zêdeye, lê ji bo çi tê xebitandin kes nizane. Ji bo xweza bê parastin divê civak bê zanyarkirin.”     ‘AXAFTIN Û BÊDENGÎ SÛC E’   Pîlîphs, destnîşan kir ku cihên ku ew diçinê, gel agahdar dikin û wiha domand: “Razemeniyên Enerjiya şaş tên kirin. Qadên jiyana mirovan teng dikin. Ji şaşiyên tên kirin re, divê em bêjin êdî bes e. Ligel qadên jiyanê, cihên dîrokî, qadên çiyayî û heta kendal jî tên wêrankirin. Heya ji destê min bê, ez ê hestên civakî xurt bikim û li dijî talana xwezayê bixebitim.”   Pîlîphs, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ê pedalên xwe bizivirînim. Ez ê tim vebêjim û bêdeng nemînin. Dibêjin bêdengbûn jî, axaftin jî sûc e. Bila xweza wêran nebe, bila ez bîm cezakirin.”    MA/ Rûken Demîr