Çêkirina Projeya Kendavê ya Îzmîrê didome! 2017-11-04 10:11:11 ÎZMÎR – Doza li dijî Projeya Borana Kendava Îzmîrê hat vekirin hîn jî bi encam nebûye û her wiha çêkirina projeya ku li herêmê dibe sedema texrîbatên mezin bênavber didome. Odeya Plansazên Bajêr, diyar dike ku dê ev proje bi kêrî trafîka bajêr neyê.  Nîqaşên der barê Projeya Borana Kendava Îzmîrê ku di nav sînorê Balçova, Çîglî, Narlidere û Karşiyakayê de tê çêkirin hîn jî didomin. Di meha Adarê de rapora Nirxandina Kartêkerî ya Hawirdorê (ÇED) a projeyê hat qebûlkirin. Di çarçoveya projeyê de pira ku bê çêkirin dê navçeyên Balçova û Karşiyakayê bigihîne hev. Tê texmînkirin ku dê 3 milyar û 520 milyon lire li projeyê here. Wê ev proje li herêma Încîralti ya Balçovayê qadên çandiniyê tehdît bike û her wiha dê li navçeya Karşiyakayê jî Kuş Cennetiyê ku wek qada zêdebûnê ya flamîngoyan tê zanîn texrîb bike. Wê proje tenê zirarê nede sînorê Îzmîrê, her wiha dê zirarê bide qadên daristanî yên seranserê riyên Stenbol û Îzmîtê jî.    Ji bo rê li ber vê projeyê bê girtin Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyeê (EGEÇEP), Komeleya Xwezayê û Şaxa Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Îzmîrê di meha Gulanê de doz vekirin, lê belê hîn jî bi encam nebûye. Seroka Şaxa Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Îzmîrê Ozlem Şenyol Kocaer, anî ziman ku der barê projeyê de ew dem bi dem bi rêxistinên hawirdorê yên Îzmîrê re civînan çê dikin.    ‘WÊ BAJÊR RIHET NEKE’    Kocaer, diyar kir ku hîn pêvajoyên îhaleyê yên projeyê temam nebûne û gelek sedemên dijderketina projeyê hene. Kocaer, got ku beriya her tiştî projeyeke ku maliyeta wê zaf zêde ye û wê bi vê projeyê re pirsgirêka gihaniyê ya bajêr çareser nebe. Kocaer, anî ziman ku êdî ji Marmarayê mirov koçî Îzmîrê dikin û her diçe li bajêr sektora înşaatê zêdetir dibe. Kocaer diyar kir ku ev proje ne li gor pêdiviyên bajêr e û bi her awayê xwe projeyeke rantê ye. Kocaer, got ku dê bi projeyê re bi awayekî zêde xweza bê texrîbkirin û ji xwe qadên ku proje di xwe de dihebîne qadên SÎT’ê yên xwezayî, qadên avî ne û qadên zêdebûna flamîngoyên e ku bi Peymana Ramsarê hatine parastin. Kocaer, got ku di rapora ÇED’ê de jî derketiye holê ku xebatên fîzîbîlîteyî yên projeyê bi awayekî rasteqîne nehatine çêkirin.      Kocaer, diyar kir ku gelek projeyên der barê Îzmîrê de ji aliyê Wezareta Hawirdorî û Bajarsaziyê ve hatine pesendkirin û ev projeya navborî jî li dijî planê ye. Kocaer got ku divê di serî de gelê Îzmîrê û bi giştî her kes li dijî projeyên bi vî rengî derkevin.