Wê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê, Rojhilatê Behra Spî talan bike 2017-11-02 09:29:01 MÊRSÎN – Tevî hemû derhuqûqî û îmzeyên sixte yên derketin holê jî, xebatên ji bo santrala nukleerî ya Akkûyûyê berdewam kirin û niha ber bi dawiyê ve diçe. Berdevkê NKP’ê ya Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen wiha got: “Tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.”  Li herêma Akkûyû ya bajaroka Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê tê plankirin ku Santrala Hêzî ya Nukleerê ya Akkûyûyê (NGS) bê avakirin. Ji bo NGS’ê lisansa cih di sala 1976’an de hat wergirtin. Danezana hevpar a tevkariyê ya tesîsê jî di sala 2010’an de li Tirkiyeyê ji aliyê Wezîrê Enerjiyê yê wê demê Taner Yildiz û Cîgîrê Serokwezîrê Hikûmeta Federasyona Rûsyayê Îgor Seçîn ve hat îmzekirin. Niha jî ev pêvajo ber bi dawiyê ve tê. Piştî peymanê NGS’a Akkûyûyê bêyî bedêl teslîmî şîrketa rûsî Atomstroyexportê hat kirin.    Di vê projeya ku demildest hat destpêkirin de di sala 2011’an de xebatên endezyarî hatin destpêkirin û her wiha di heman salê de ji bo avahiya NGS’a Akkûyûyê û xebitandina wê erazî tahsîsî Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceryanê ya Akkûyû NGS’ê hat kirin.    Piştî van merheleyan li ser hevdu xebatên înşaatê hatin destpêkirin. Ji bo îtirazî van xebata bike û li dijî wan derkeve Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê (NKP) hat avakirin. Ji aliyê Şîrketa Anonîm a Ceryanê ya Akkûyû NGS’ê ve 3 hezar û 130 rûpel rapora Nirxandina Kargêrî ya Hawirdorê (ÇED) hat amadekirin. Li ser vê hawirdorparêzan îtiraz kir û dest bi têkoşîna huqûqî kirin. Lê belê, li gel hemû îtiraz û têkoşînan jî di sala 2013’an de di bin navê ocaxa keviran de dest bi înşaata NGS’a Akkûyûyê hat kirin.    Endamên NKP’a Mêrsînê bertek nîşanî xebatên înşaata ku di bin navê ocaxa keviran de dest pê kir kirin û di 27’ê Çileya 2014’an de îtirazî vê yekê kirin û ji bo betalkirina lisansa NGS’a Akkûyûy li Dadgeha Îdarî û Bacê ya Mêrsînê doz vekirin. Lê belê li gel hemû bertekên gel û hawirdorparêzan jî, santralê bi awayekî “qaçax” xebatên xwe domandin û rapora wê ya ÇED’ê di 1’ê Kanûna 2014’an de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hat pesendkirin. Endamên NKP’ê jî ji bo betalkirina santrala ku bi awayekî derhuqûqî tê çêkirin di 31’ê Kanûna 2014’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê dan.    ÎMZEYÊN SIXTE DERKETIN HOLÊ    Piştî destpêkirina pêvajoyên derhuqûqî, di rapora ÇED’ê de derket holê ku îmzeyên sixte hene. Hat hînbûn ku îmzeya endezyarên enerjiyê yên berpirsiyarê nukleere hatine texlîtkirin. Derket holê ku dema rapora berpêşî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê hatibû kirin, wê demê endezyarên enerjiya nukleerî ji kar hatibûn derxistin û wezaretê jî îmze kontrol nekirine. Piştî ku Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) doza lêkolîna krîmînalî kir, derket holê ku îmzeyên di rapora ÇED’ê de sixte ne.    Piştî, dubare sknadaleke îmzeyê derket holê. Di rapora ÇED’ê de cara duyemîn îmzeyeke sixte hat dîtin. Piştî ku rapora ÇED’ê hat îadekirin firmaya Endezyariyê ya ÇED’ê ya DOKAY’ê dest bi amadekirina raporeke ÇED’ê ya nû kir. Ev rapor bi îmzeya endezyar Kuday Karaaslan ku nû dest bi kar kiribû di 31’ê Adara 2014’an de berpêşî Wezaretê hat kirin. Lê belê berî ku rapor bê berpêşkirin di 19’ê Adara 2014’an de Karaaslan ji peywira xwe ya Endezyaritiya ÇED’ê ya DOKAY’ê veqetiya. Li gel vê rewşê jî rapor ji aliyê wezaretê ve hat qebûlkirin. Lê belê piştî demekê di vê raporê de hin guherîn hatin kirin, lê belê dîsa jî bi îmzeya Karaaslanê ku ji kar derketibû hatin kirin. Li gel evqas nelirêtiyan jî tê payîn ku di 2018’an de Şîrketa Anonîm a Nukleerê ya Akkûyûyê Lîsansa Înşaatê wergire.    'WÊ EKOSÎSTEMA BEHRA SPÎ XERA BIBE’    Berdevkê NKP’ê yê Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen, dest nîşan kir ku doza betalkirina ÇED’ê di 23’yê Mijdarê de bê dîtin. Antmen, got ku heke ev santral bê çêkirin dê di warê aborî, xwezayî û jiyanê de zirarên ku vegera wan tune ne bide bajêr û welat. Antmen, diyar kir ku dê ev santral ekosîstema Behra Spî xerab bike û wê çandiniyê, turîzmê, tenduristiya mirovan û jiyanê tehdît bike û wiha got: “Dê herêma me veguhere depoya bermayiyên nukleerî.”    Antmen, dest nîşan kir ku doza ku dê di 23’yên Mijdarê de bê dîtin, ji bo Akkûyûyê zaf girîng e. Antmen anî ziman ku peymana der barê çêkirin û xebitandina santralê de li dijî fêdeya cemawetiyê û berjewendiyên netewî ye. Antmen, got ku di peymanan de enerjî ewlehiyê tehdît dike û wiha got: “Kiryarên rûberî yên peymanê hikmên xeternak di xwe de dihebîne.”    'JI BO RANTÊ TÊ XWEZA TÊ QETILKIRIN’    Antmen, diyar kir ku Tirkiye û Mêrsînê di warê çavkaniyên xwezayî de zaf dewlemend e. Antmen got ku ji dêvla nükleere veberhênaniya tiştekî din dikare bê kirin û wê ev yek hem ji bo welat hem jî ji bo mirovahiyê baştir be. Antmen anî ziman ku bêyî ku ji gel bê pirsîn ev yek hatiye plankirin û bi temamî li dijî peymanên navnetewî û hikmên Makezagonê ye û wiha got: “Ji bo neçêkirina Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê gelek sedem hene, lê belê îktîdara siyasî bi israr hîmê santralê davêje û dest bi înşaata wê dike. Îktîdar ne guh dide pêvajoya darazê û ne jî mewzûata qanûnî. Ji bo rantê di qetilkirina xwezayê de israr dike.”    Antmen, dest nîşan kir ku ew bi pêvajoya darazê bawer in û ew ê heta dawî pêvajoyên huqûqî bişopînin.   Antmen dest nîşan kir ku piştî santralê dê av bilind bibe, qezayên teknîkî û gelekên din rû bidin û wiha got: “Heke qezayek rû bide tenê ne Mêrsîn wê Antalya, Kibris yanî tevahiya Rojhilatê Behra Spî bi talûkeyê re rû bir û bimîne.” Antmen diyar kir ku felaketên Çernobîl û Fûkûşîmayê hîn jî di bîra wan de ne û hîn jî talûkeyê didin der. Antmen got ku heke ev santrala nukleerî têkeve faaliyetê wê êdî jiyana herêmê ne tu jiyan be.    MA / Bêrivan Altan