Mirina mêşên hingiv zêde dibe 2018-12-13 12:12:39   AMED - Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Mêşan a Zanîngeha Uludagê, diyar kir ku di salên dawî de li cîhanê û Tirkiye rêjeya mirina mêş û kêzikan zêde bûye. Navenda Lêkolînê da zanîn ku ji ber îlacên zîraî her sal ji sedî 20 mêş dimirin û ev gefan li jiyanê dixwe.    Li Cihanê û Tirkiye di salên dawî de rêjeya mirina mêşên hingiv û kêzikan zêde bûye. Mêşên ku li aliyekî hingiv çê dikin, li aliyê din bi tevgera xwe dibin sedem ku cureyên nebat û deam bê meyandin û bereket têkeve team û fêkî. Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Mêşan a Zanîngeha Uludagê, diyar kir ku di salên dawî de li cîhanê û Tirkiye rêjeya mirina mêş û kêzikan zêde bûye. Navenda Lêkolînê da zanîn ku ji ber îlacên zîraî her sal ji sedî 20 mêş dimirin û ev gefan li jiyanê dixwe. Li gorî lekolînê ji sedî 35 zexireyên tên ser sifrê bi tevgera mêşan çê dibe. Ji ber tevgera mêşan fêkî û team bereket lê dikeve. Navenda Lêkolînê da zanîn ku di salên dawî de ji sedî 20 û li hin herêman jî ji sedî 70 mêş û kêzik dimirin. Navendê destnîşan kir ku ji ber îlacên kîmyewî yên zîraî zêde bûne bandorek neyînî li ser cureyên mêş û kêzikan dikin û ev bandora neyînî li ser hevsengiya tevahniya jiyanê dike.  Navenda Lêkolînê da zanîn ku ji ber maddeya kîmyewî ya pestisit2 mirin zêde bûye û bi taybetî ji ber pestîsitên çîna neonikotinoid mêş zede dimirin. Komeleya Xwezayê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û xwest wezîrên çandiniyê madde û îlacên kîmyewî qedexe bikin û li dijî mirina mêşan tedbîrê bigirin.    LI EWROPA ÎLAC QEDEXE YE LI TIRKIYE SERBEST E   Komeleya Xwezayê anî ziman ku li welatê Ewropa îlaca kêzik û mêşan qedexe ye, lê li Tirkiye serbest e û xwest li Tirkiye jî ev îlacên kîmyewî yên maddeyên Neonikotinoid têde heye bên qedexekirin. Navenda Lêkolînê da zanîn ku ev îlacên kîmyewî bandorê li ser cureyên çûk û masiyan jî dike xwest tedbîrên lezgîn bên girtin.