HES Sûlava Bêgirê zuwa dike 2017-10-27 09:45:17 WAN – Sûlava Bêgirê yek ji cihê herî girîng ên turîzmê ye. Ji ber HES li ser çem hatine çêkirin, hem berê avê guheriye hem jî avê kêm bûye.  Her sal bi hezaran kes Sûlava Bêgîrê ya Wanê ziyaret dike. Lê belê roj bi roj ew coşa Sûlava Bêgirê kêm dibe. Li ser Çemê Bendîmahî ku ava sûlavê jê tê HES tên avakirin. Ev HES hem berê avê hem jî leza avê guhertiye. Ji ber kêmbûna ava sûlavê her roj serdêrên wê kêm dibin û nebatên li derdorê jî hişk dibin.    HES’AN AV ÇIKAND Û TALANA DERDORÊ KIR   HES ji aliyê Şîrketa Hilberîna Elektrîkê ya Mûradiyeyê ve hatiye avakirin. Ev santral li Tirkiyeyê ya yek ji wan santralên mezintirîn e û her wiha li Wanê jî santrala herî mezin e. Ji ber xebitandina HES’an çem zuha dibe. Li jor û jêra Sûlavê 2 HES hatine çêkirin û ev ava çem diçikînin. Ji ber HES’an der û dora avê jî guheriye û ziyanek mezin dide derdorê. Ev HES li herêmê xwezayê talan dikin.    HES AVA BÛN COŞA SÛLAVÊ ŞIKEST    Esnafên derdora Sûlavê diyar kirin ku beriya HES’an dilopên ji Sûlavê dipekiyan heta hember û li ruyê mirovan diketin bilind dibûn û dengek bilind ji xuşîna avê dihat. Enafan da zanîn ku niha ew coşa sûlavê nemaye û xwestin HES bên girtin.