Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn 2017-10-27 09:40:08 DÎLOK – Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê ku xaka navbera Dîlok-Hatayê dihewîne, 5 sal in hîn nehatiye temamkirin. Şêniyên deştê, darên xwe yên fisteqan û zeytûnan ên ji ber bêaviyê hişk bûne, dikin ardû.  Her diçe Deşta Barakê bejî dibe. Gerînendetiya Giştî ya DSÎ’yê di sala 2012’an de bi bedêla 175 milyonî keşif kir û ev der xist nav bernameya xwe ya venerhênaniyê û hatibû diyarkirin ku dê di salekê de biqede. Lê belê 5 sal in Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê hîn nehatiye temamkirin. Li vê deştê tekane çavkaniya debarê ya gel darên zeytûn û fisteqan e, lê belê ev jî hêdî hêdî hişk dibin.    ‘MA ANÎNA AVÊ EWQAS ZEHMET E?’    Cotkar Mehmet Polat ku li gundê Turkyurdû yê navçeya Qarqamiş a Dîlokê ye, diyar kir pirsgirêka herî sereke ya deştê av e. Polat, got ku Çemê Firatê di ber wan re diherike, lê belê her diçe erda Deşta Barakê zuha dibe. Polat, diyar kir ku êdî berdariya darên wan ên fisteqan kêm bûye û wiha got: “Me gelek caran ji rayedaran re got, lê guh nedanê. Ma ji Firatê anîna avê ewqas zehmet e? Heke ne ji ava baranê be dê darên fisteqan bi temamî hişk bibin.”    Keyayê Gundê Kivircikê Mehmet Kuçukaslan jî, diyar kir ku li gor plansaziya hatibû kirin diviya Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê di sala 2013’an de temam bibûna, lê belê heta niha tu pêşketin tune ye. Kuçukaslan, got ku heke dar bên av dan dê berdariya wan ji sedî sed zêde bibe û divê hikûmet demildest çareyekê peyda bike. Kuçukaslan, diyar kir ku ji bilî fisteq û zeytûnan tu çavkaniyeke wan a debarê tune ye û wiha got: “Divê êdî hikûmet dev ji kelkelê berde, emel bike. Heke dest pê bikirinana dê di sala 2012’an de biqediyana. Ji ber fisteq hişk dibin em wan davêjin. Heke fisteq û zeytûnên me hişk bibin em ê çi bikin?”    'DEŞTA BARAKÊ ZUHA DIBE’    Kuçukaslan, dest nîşan kir ku wan îsal tu fisteq bi dest nexistine, ji ber nebûna avê darfisteqên wan hişk bûne û ji mecbûrî wan dikin ardû û dişewitînin. Kuçukaslan, diyar kir ku êdî tu hêviya wan nemaye û wiha got: “Hikûmet avê dibe welatên din, lê Firat di ber me re derbas dibe, avê ji me re nayîne. Erdên Deşta Barakê biqîmet in. Em bi destê xwe vê qîmetdariyê dikujin. Darên ku bavên min danîbûn hişk bûn û niha wan radikim. Em di zivistanê de wan bişewitînin. Deşta Barakê zuha dibe.”