Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike 2017-10-26 09:25:04 ÎZMÎR - Piştî Komîsyona Butçe û Planê ya Meclisê mêrg, daristan û zozan ji şirket û sanayiyê re vekir, bertekek tund ji ekolojîstan hat û hat diyarkirin ku dê ev yek bibe sedema talana xwezayê. "Pêşnûme Qanûna di hin Biryarên di Hukmê Qanûnî de Guhertina Qanûnî û Qanûna Bacê" ya li Komîsyona Butçe û Planê ya Meclisê tê nirxandin, xalên 55, 56, 57 û 58 ên di Qanûma Mêrgan a 61'an de hat qebûlkirin. Bi vê re pêvajoya Nenihêrtinê ya Etîk a Derûdorê (ÇED) ya lêgerîna madenan ji holê hat rakirin, xala 54'an ku guhertinê bi 3 mehan re sînor dike, li ser muxalefeta HDP, CHP û MHP'ê ji pêşnûmeyê hat derxistin. Xala ku pêvajoya ÇED'ê ya lêgerîna Qanûna Madenan eleqedar dike û piştî ji pêşnûmeyê hat derxistin, xalên 55, 56, 57, 58 û xala 61'an a Qanûna Mêrgan a ku di wan de guhertin hat kirin, ji hêla Hevberdevkê Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Beyza Ustun û ekolojîst Ertugrul Berka ve hat nirxandin.   10 SALAN DE DARISTAN TUNE KIRIN   Beyza Ustun aşkera kir ku xala 55'an raste rast daristanan ji madenê re vedike, kargehên madenê diparêze, bi vê xalê re dê di 10 salan de kîşan şirketeka madenê dibe bila bibe, dê daristanê bê berdêl bide xebatê. Ustun da zanîn ku dê bi tu awayî xebitandina daristanan qebûl nekin, dê bi xala 55'an re daristan bê bandor bimînin. Ustun piştrast kir ku bi daristanan re dê jiyana hemû zindiyan bikeve xetereyê û ev tişt got: "Daristan parzunên xwezayî ne. Ew avên qirêj ên tên, ji nava wan qirêjiyê digirin. Hewa û ava paqij didin jiyanê. Ew di heman demê de bendavên xwezayî ne. Divê ji madenê re vekirin nayê qebûlkirin."   'DÊ KES NELÊRÊTIYÊ NEŞOPÎNE'   Ustun destnîşan kir ku xala 56'an a ku komîsyonê qebûl kiriye, di serî de daristan û  hemû qadên xwezayî ji madenê re vedike, wekî mînak jî herêmên li Çaldagiya navçeya Turgutluyê ya Manîsayê da nîşan. Ustun piştrast kir ku dema destûra xebatê 5 salan hatiye dirêjkirin û wiha axivî: "Bi destûra demborî, xebata destpêkê re qadên xwezayî ji xebatê re tên vekirin. Bi xala 58'an re jî êdî Saziya Komir û Kevirê (TTK) dibe xwedî destûrnameya ku kar dide û îhaleyê bi pêş dixe. Dê TTK bi tena serê xwe kargeriya komirê bide îhaleyê. Dikare bi rêya îhaleyê bide her şirketê. Di vir de rayeya destûrname dayînê heye. Evê jî dê pêşî li gelek nelêrêtiyan veke. Dê kes nikaribe nelêrêtiyê bişopîne."   'DIBE JI MECLISÊ DERBAS BE, LÊ NE REWA YE'   Ustun got ku xala 61'an a ji komîsyonê hat derbaskirin jî dê ji bo wê tenê berdêla gîha û mêrgan bide, ev jî mafê bikaranînê dide şirketan û wiha pê de çû: "Dema em lê mêze dikin di van qanûnên tûrikî de bêhiqûqî zêde heye. Ji ber ku xalên ku cihên xwezayî diparêze tune dihesibîne û her tiştî radestî dewletê dike. Yanî ev qadên xwezayî li hember kapîtalîzmê 1-0 binketî ne. Divê ev bên zanîn û ev ne rewa ye. Çiqas ji meclisê derbas dibe bila derbas be, divê qadên jiyanî bên parastin. Divê ev qadan jî gelên herêmê wan biparêzin."   'DÊ PÊŞÎ LI RÛXANDINÊ VEKE'   Ertugrul Berka jî anî ziman ku xalên di pêşnûmeyê de hatine qebûlkirin, di warê ekolojiyê de rûxandinê tîne, piştî pêşnûme li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin, di hemû qadên xwezayî yên wekî çiya, deşt, daristan, mêrg û qadên jiyanî de texrîbateke ku pêşiya wê nayê girtin dest pê dike. Berka derbirî ku karên dewletê û desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê ne bi makeqanûnê re û ne jî bi qanûnan re maye, aşkera kir ku muxalefet jî hurmetê nîşanê makeqanûnê nade.   'DIVÊ LI LIJNEYA GIŞTÎ BÊ SERERASTRKIRIN'   Berka destnîşan kir ku Tirkiye ketiye pêvajoya mêtingeriyê û hemû qadên jiyanî wekî meta tê xebitandin, êdî hatiye rewşeke wisa ax, hewa û av tê kirîn û firotin. Berka da zanîn ku heta niha di çarçoveya ÇED'ê de pêvajoyeke bi tenduristî nehatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafên di qada nateweyî û navneteweyî didin gel, gel bi kar nayne û her çendî nerazîbûnên xwe didin nîşan jî rayedar li gorî xwe qanûnan sererast dikin. Bi pêvajoyên ÇED'ê re astengiyên ku nedihatin derbaskirin, bi guhertina qanûnan re vê pek tînin. Xala 54'an bê paşve kişandin jî dê pêşî li xetereyê neyê girtin."