Ekolojîstên Dersimî: Cihwarên me yên pîroz dişewitînin 2018-08-21 09:13:11   DERSIM - Ekolojîstan bertek nîşanî şewatandina daristanên li Dersimê dan û gotin, cihwarên pîroz tên şewitandin.    Ji ber bombebarankirin li çar aliyên Dersimê, daristan dişewitin. Xwezahezên li Dersimê bertek nîşanî van şewatan dan. Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr, diyar kir ku her sal daristan tên şewitandin. Bîlîr, bilêv kir ku par jî di Tebaxê de daristan hatibûn şewitandin û îsal jî di heman wextî de hatine şewitandin û ev yek ne tesaduf e. Bîlîr, destnîşan kir ku bi şewitandina daristanan tê xwestin ku gel bên çavtirsandin.    ‘CIHWARÊN ME YÊN PÎROZ TÊN ŞEWITANDIN'    Bîlîr, diyar kir ku şewitandina daristanan perçeyek ji polîtîkayên tepisandinê ne û got: "Daristanên tên şewitandin kezeba me ne. Dixwazin ekosîstemam me xera bikin. Lê dê bi ser nekevin. Bi salan e daristanên me tên şewitandin. Bi şewitandinan bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Li deverên ku tên şewitandin cihwarên me yên pîroz hene. Dixwazin bi şewatan wan jî tune bikin. Her sal dişewitînin, lê dê gelê Dersimê çik daneyne."    ‘ÊDÎ BES E'    Endama Meclîsa Ekolojiyê ay Dersimê Meral Ûc jî, diyar kir ku li cihên tên şewitandin cihwarên pîroz hene. Ûc, destnîşan kir ku her sal bi dehan hektar daristan tên şewitandin û êdî ew vê yekê tehamul nakin. Ûc got: "Êdî em hew tehamul dikin, êdî bes e."    ‘EGER MUDAXILE NEKIN DÊ HER DER BIBE ARÎ'    Ûc, destnîşan kir ku ji ber ku deverên tên şewitandin bi qeraç in tefandina wan zor û zehmet eû di mudaxilekirinê de ditengijin. Ûc, anî ziman ku divê ji hewayê ve mudaxileyî şewatê bê kirin û got: "Eger bi vî awayî mudaxile neyê kirin, dê şewat bigihîje gund û malan. Dê qadên jiyanê yên mirovan bên tunekirin. Dê mirov mecbûr bimînin ku koç bikin."    ‘XWEZA JI BO ME PÎROZ E'    Endamê Bila Mûnzûr Biherike Kenan Yîgît got: "Peywira dewletê ne şewitandina daristana ye, parastina wan e. Her sal daristanên me tên şewitandin. Di elewîtiyê de xweza pîroz e. Baweriya me ji xwezayê tê. Xweza bingeha baweriya me ye. Ji ber baweriya me tehamul nakin, daristanan dişewitînin."    MA / Semra Turan