Endamên Platforma Derdorê li dijî qedexeya Walî li zozanan hatin cem hev 2018-08-20 10:39:23   ARTVÎN -  Endamên Komeleya Artvîna Kesk û Platforma Derdorê ku li dijî xebatên madeniyê têdikoşiyan, li dijî helwesta Walîtiyê ya konser qedexe kir, li Zozanê Kafkasorê pîknîk pêk anîn û hatin cem hev.    Endamên Komeleya Artvîna Kesk û Platforma Derdorê ku li dijî xebatên madeniyê têdikoşiyan, xwestin di 25'ê Tebaxê de "Hevdîtina Artvînê ya ji bo Cerattepe" konserê pêk bînin. Lê Konser ji aliyê Walîtiya Artvînê ve hat astengkirin. Endamên Platformê û Komeleyê li dijî qedexeyê li Zozanê Kafkasorê pîknîk pêk anîn û hatin cem hev. Komele û Platformê xwestin bernameya ‘Hevdîtina Artvînê ya ji bo Cerattepe" konserê li dar bixin. Lê walitîyê qedexe kir. Komele û Platformê li ser vê yekê li Zozanê Kafkasorê pîknîk pêk anîn û hatin cem hev. Parazvanên jiyanê û xwezayê tîşortên ‘Ji Madenê re na" li xwe kirin û tev li pîknîkê bûn. Parazvanên jiyanê ku li pîknîkê hatin cem hev, dirûşmeyên “Şîrketên Qatil Artvînê terk bikin" berz kirin. Dîsa bi akordeonê li horonê dan û bertekên xwe nîşan dan.    Ji kesê tev li pîknîkê bû Erzade Yalçintaşê 95 salî, diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û teqez ji madena Cerattepe re dibêjin na û vê yekê qebûl nakin. Li ser navê rêxistinên civakî û Platformê Mustafa Melek jî anî ziman ku di şertên OHAL'ê de têkoşîna li dijî talankirina xwezayê zor e.    Seroka Komeleya Artvina Kesk  Nur Neşe Karahan jî bertek nîşanî helwesta walî da û wiha got: "Me dê li vir îro forumek pêk anîbûya. Me dê li Parka Çoruhê jî konser pêk anîbûya. Me di 25'ê Tîrmehê de serî li Walîtiya Artvînê da. Lê mixabin beriya 2 rojan bi sedemên nayê qebûl kirin destûr neda. Ev qedexe nayê qebûl kirin.