‘Bi qanûna torbeyî dixwazin debara gundiyan desteser bikin’ 2017-10-18 09:22:43   ÎZMÎR– Berdevkê EGEÇEP’ê Alî Osman Karababa guherandinên qanûna torbeyî ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hevdîtinê wê didomin nirxandin. Karababa got ku bi vî awayî desteserkirina çavkaniyên debarê yê gundiyan tê xwestin.    Parlementerên îktîdarê 130 madeyên “Pêşnûmaya Qanûnê ya Der Barê Guherandina Biryaname û Qanûnan û Hin Qanûnên Bacê” berpêşî Komîsyona Plan û Budçe ya Meclîsê kirin û hevdîtinên ji bo vê yekê didomin. Tê xwestin ku di vê pêşnûmayê de gelek made bên guherandin û her wiha yek ji van madeyan jî Qanûna Mêrgan e. Berdevkê Platforma Çand û Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Alî Osman Karababa ev pêşnûma nirxand. Karababa, diyar kir ku dê bi vê pêşnûmayê ji bo gelek fealiyetên hawirdorî pêdivî bi Rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) neyê dîtin.    ‘RÊ LI BER SERMAYEYÊ TÊ VEKIRIN’    Karababa, diyar kir ku amadekirina rapora ÇED’ê tê wateya lêkolîneke zanistî û ev yek ji aliyê pisporan ve tê amadekirin û di amadekirina wê de faktorên bandorê li tenduristiya mirov û xwezayê dikin tên diyarkirin. Karababa, diyar kir ku lê belê dê sermaye guh neda van merhaleyan û bi vî awayî hikûmet dixwaze rê li ber wan vebike û wiha got: “Ji ber vê dixwazin lêkolînkirina raporên ÇED’ê bi 3 mehan sînordar bikin. Yanî bi kurt û kurmancî ev yek tê wateya ku dê pêvajoya ÇED’ê bê hilawistin. Ne mumkun e ku di pêvajoyeke wisa de rapora ÇED’ê bê nirxandin.”    Karababa, diyar kir ku dê bi vê pêşnûmayê Saziya Komira Kevirî ya Tirkiyeyê (TTK) û Kargeriyên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) karibin rûhsetên madenan ên di dest xwe de bixebitînin, wê karibin vana dabeş bikin û bidin îhaleyê. Karababa ev tişt gotin: “Ev guherandin û daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê ku gotibû ‘ji bo santralên termîkê yên bi komira îthal dixebitin veguherin santralên bi komira xwecihî wê teşwîq bên kirin’ têkildarî hev in. Wateya vê ew e ku dê bi vê pêşnûmayê ruhsetên di dest TTK û TKÎ’yê de demildest bên îhalekirin. Wê ev yek hîn bêtir rê li ber qirêjiya derdor û hewayê vebike. Wê bêtir emîsyona gaza serayê çê bibe û bêtir giyanewer bimirin.”    Karababa, di vê pêşnûmayê de balê kişand ser guherandina Qanûna Mêrgan û got ku, bi vê yekê tê xwestin ku mêrg, çîmen, zozanan bikin herêmên endustiriyê û bên talankirin. Karababa, diyar kir ku dibe ku ev pêşnûma di pêşerojê de qadên zeytûnan jî tehdit bike.     Karababa, diyar kir ku bi van guherandinan re tê xwestin ku hemû astengiyên li pêş derdorên sermayeyê bên rakirin û xweza ji aliyê sermayeyê bê talankirin. Karababa, dest nîşan kir ku dê ev guherandin bi xwe re paşvegerînekê neyine û bibe cihê texrîbatên mezin.    MA / Ahmet Kanbal