Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e 2024-09-14 09:14:48 AMED - Welatiyên ku têkoşîna xwe ya li dijî kana madenê ya tê xwestin li Zozana Hasandînê bê çêkirin didomînin, gotin: "Şîrket hêzê ji dewletê digirin, dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin."  Bertek û têkoşîna li dijî projeya madenê ya tê plankirin ku li Deşta Hasandîn a navçeya Pasûr a Amedê bê çêkirin didomine. Şêniyên herêmê ku bi Komîsyona Bajarvanî û Hawirdorê ya Baroya Amedê re serî li darazê dan, bibiryar in ku pêşî li pêkanîna projeya madenê bigirin.    ARMANC RANT E     Cengîz Yildirimê ku salê 3 mehan li Deşta Hasandînê sewalkariyê dike, diyar kir ku 100 heywanên wî hene û debara xwe bi Hasandînê dike. Yildirim got: “Ne tenê Hasandîn, hemû Pasûr jî wê ji kana ku hatiye plankirin zirarê bibîne. Niştecîh dê neçar bimînin ku koç bikin. Heta niha me berpirsyarî girtibû ser milê xwe, ji niha û pê de divê ji bo Hasanandin çi ji destê me bê divê em bikin. Ji ber ku Pasûr debara xwe bi Hasandînê dike. Yê ku axa xwe neparêze ne ji me ye. Divê ew destên xwe yên qirêj ji ser me rakin."   Yildirim diyar kir ku armanca vê projeyê rant e û wiha got: “Di heman demê de têkbirina erdnîgariya kurdan e. Dema ez diçim metropolan diqewirînin û dibêjin 'Li vir cihê we tune ye.' Gava em tên gundê xwe vê carê jî çav berdidin gundên me. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin."      Mehmet Nevzat Can diyar kir ku dewlet piştgiriyê dide zengînan û zilmê li xizanan dike û wiha got: “Ev 4-5 sal in ji bo çêkirina vê kanê bi me re mijûl dibin. Lê em ê nehêlin ev kan bê çêkirin. Hasanandin cihê ku em heywanên xwe lê diçêrînin û deşta ku em debara xwe lê diki. Em amade ne ku çi ji destê me bê em bikin. Bi madenê re qê li Pasûrê jî koçberî dest pê bike."   ‘EM Ê NEHÊLIN HASANDÎN TUNE BIBE'     Hikmet Yildirim bal kişand ser zirara ku wê kan bide ekosîstemê û got ku cihêrengiya nebatên li herêmê wê ji holê rabe. Yildirim diyar kir ku projeya Santrala Hîdroelektrîkê (HES) dawî li cureyên avî aniye û got: “Eger maden bê çêkirin, ji sîyanûr û kîmyayê pêvtir wê tiştekî din nemîne. Ji ber ku em ji HES'ê dizanin. Berê em diçûn masiyan, lê piştî wê projeyê masiyek jî nemaye. Wê demê em nezanin bûn, me nizanibû. Lê êdî em dizanin û em ê rê nedin madenê."     Muhammed Can Yakût jî anî ziman ku bi pêkanîna projeyê re jiyana li Hasandînê ji holê radibe û wiha berdewam kir: “Em li Hasandînê bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin. Em ê wê pêşkêşî tu kesî nekin. Dahata me 6 mehan ji vir tê. Ji bo karibin madenê derxin divê me bikujin. Em dizanin ku wê bi madenê re av, xweza û çiyayên me tune bibin. Wê li vir jiyan nemîne. Şîrket, hêzê ji dewletê digirin û xebatên xwe dikin. Dewlet jî ji bo berjewendiya xwe destûrê dide. Lê em ê dest ji berxwedanê bernedin.”