Şewata li Çewligê derketibû hate vemirandin 2024-08-25 12:28:22   ÇEWLIG - Şewata daristanê ya duh li Çewligê derketibû û bi bandorê bayê belav bû, hate kontrolkirin û vemirandin.    Şewata duh li çoltara Simsor û Perxûngoka Cêrina a Çewlikê derketibû û bi bandora bayê ber bi gundê Milayan ve belav dibû, hate kontrolkirin û vemirandin. Li ser agahdarkirina gundiyan Midûriyeta Kargeha Daristanan a Çewligê, wesayîtên agirkujiyê yên aydê Şaredariyên Çewlig û Darahênê, Îdareya Taybet a Bajêr, tîmên AFAD û cendermeyan sewqî herêmê hatin kirin.    Şewat piştî mudaxileya tîman hate vemirandin.