Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye 2023-04-03 09:01:35 AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç bal kişand ser qirkirin û texrîbkirina ekolojiyê ya li Hewselê û wiha got: “Parastina Hewselê ne tenê ji bo ku mîrateya cîhanê ye, her wiha parastina bîra civakê ye jî”   Talan û qirkirina xwezayê ya ji aliyê qeyûm ve didome. Li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê jî bi destûra qeyûm gelek cih ji bo îmarê hatin vekirin û ji rantê re hatin pêşkêşkirin. Gelek komeleyên ekolojiyê, saziyên sivîl û aktivîstên ekolojiyê bertek nîşanî talan û qirkirinê dan û xwestin ev kiryar bên bidawîkirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç jî bal kişand ser talana Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê û destnîşan kir ku erka parastinê di destê qeyûm de ye, lê ew vê erkê ji bo xirab kirinê bi kar tînin.    Bîlgîç, da zanîn ku qeyûm xêra vî gelî naxwaze û heke xwestibûya, nedibû qeyûm. Bîlgîç, diyar kir ku qeyûm ji cihekî din talîmat digire û ev tişt gotin: “Niha tiştên hatin serê Hewselê, ji hêla qeyûm û kesên di vê yekê de peywirdar in hatine kirin. Ji bo parastinê erk di destê wan de ye, lê ji bo xerab kirinê bi kar tînin. Hewsel malê hemû Amedê ye. Yanî parçeyek ji ekolojiya Amedê ye û tevahiya Amedê têr dike. Hat zanîn ku ne tenê ji bo Amedê, ji bo hemû cihanê cihekî taybet e ku UNESCO’yê jî hilgirt bin parastina xwe. Piştî vê tescîlê çi çêbû em nizanin, lê talaneke bê pîvan hat destpêkirin. Divê qeyûm pêşî lê bigire, lê niha pêşî lê vedike ku ev talan leztir û zûtir bibe. Çavên xwe digire ku bexçe xerab bibin û taybetmendiya xwe winda bikin. Kafe tên vekirin û ji wan re jî çavên xwe digire. Ew baxçeyên ku kesekê/î nedikarî destê xwe bidê, darek jî lê nehiştine, taybetmendiya wê guherandine. Lê tu kes jî napirse ku çima vê yekê dikin. Gava em jî dipirsin tu bersivan nadin me. Hewsel piştî xerabkirina Sûrê bi navê ‘Baxçeya Milet’ ji bo qirkirinê hatiye vekirin. Ji bo pêşî li qirkirinê bê girtin armanca yekemîn ji qeyûm xelasbûn e.”   ‘NEHÊLIN HEWSEL JI MÎRATEYA UNESCO'YÊ BIKEVE’   Bîlgîç, bi lêv kir ku armanca sereke ya birîna daran qirkirina Hewselê ye ku Hewsel ji mîrateya UNESCO’yê bikeve. Bîlgîç, destnîşan kir ku heta çend salên din dê bibêjin tiştek ji Hewselê nemaye ku di mîrateyê de bimîne û dê ji mîrateya UNESCO’yê bê derxistin. Bîlgîç, diyar kir ku piştî vê yekê jî, dê ji îmar û rant a mezintir re bê vekirin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi awayekî hêsantir pergala ekolojiyê xerab bikin. Bi vê sedemê ev tişt tên kirin. Hewce ye gelê Amedê bizane ku ev mîrate hezar salan e gihiştiye vê rojê û pêwîste berdewam bike. Parastina her darê ji bo parastina xwejiyanê giring e. Hewceye pêşî lê bê girtin û hewceye hesaba vê yekê hem ji qeyûm hem jî hevkarên wî bê pirsîn. Pêwîste nehêlin Hewsel ji lîsteya mîrateya UNESCO’yê bikeve. Heke ji lîsteyê bikeve, pêşî li îmarê jî tê vekirin. Di zagonan de ji bo îmarê nehatiye vekirin, lê bi fîîlî ji îmarê re hatiye vekirin. Bi dehan kafe û tiştên cuda li wê derê vebûne. Kî van cihan vedike ? Kî çavên xwe ji wan re digire? Kî pergala ava wê derê girêdide û kî ceyranê dikişîne wir? Cihekî ku ji îmarê re girtiye û mîrateya cîhanê ye, divê neyê guhertin. Lê li wir avahî hatine çêkirin û ji bo wan avahiyan jî rê hatine çêkirin. Bi awayekî teşwîq dikin. Hewceye em hewl bidin pêşî li vê yekê bigirin û tiştên me winda kirin dîsa dest bixin.”   TÊKILIYA HEWSEL Û BÎRA CIVAKÊ   Bîlgîç, bal kişand ser tunekirina bîra civakê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Xala herî girîng jî ew e ku bîra civakê tune dikin. Gava bîra civakê hat tunekirin, têkiliyên civakê yên bi hev re jî lawaz dibin. Em, tiştên şênber dikin lê hewce ye em ji hêla civakî ve jî Hewselê biparêzin. Ji ber ku êrîş, li bîra civakê ye. Dixwazin civak bê bîr, bîranîn û hest bimîne. Bîr bi xwe re hestên aîtbûnê, xwedî lê derketinê û piştgirî dayînê tîne. Dema ev bîr çû, ev hest jî pê re diçin û derb dixwe. Dema derb xwar jî armanca wan pêk tê. Hewsel jî, Sûr jî bîra vê civakê ne, hebûna vê civakê ne. Ruh û qurmê vê civakê bi van deran re girêdayî ne. Ji ber vê yekê parastina Hewselê ne tenê ji bo mîrateya cîhanê, ji bo bîra me ye jî. Bi hezar salan em bi van bîran re hatine û em dê hezar salan jî pê re biçin. Qeyûm bi zorê hatiye û em ê bi zorê be jî wî bişînin. Lê tiştê ku dike jî em ji bîr nakin û ew ê neyê jibîrkirin jî. Ew dixwazin bîra me tune bikin, lê em ê bîra xwe hê bihêztir bikin. Em ê tiştên ku rastî êrîşê û qirkirinê hatin dîsa vegerînin.”   ‘XIRAB KIRIN HÊSAN, AVA KIRIN ZEHMET E’   Bîlgîç, da zanîn ku xerabkirina tiştekî hêsan e, lê ava kirin tiştekî pir zehmet e. Bîlgîç, diyar kir ku qeyûm û hevkarên wî di demeke pir kin de talaneke gelek mezin kirine û wiha pê de çû: “Me bi raporan jî eşkere kir ku texrîbata di sala dawî de hatiye kirin di asta herî jor de ye. Divê kes û saziyên bi mijarê ve eleqedar û têkildar polîtîkayên hevpar bimeşînin. Taybetî jî piştî çûyîna qeyûm, hewce ye şaredariya vê derê van tiştan pêk bîne. Hewce ye piştî qeyûm çû, ji bo hilberîna cotkarên ku di Hewselê de baxçeyên wan hene kooperatîfek bê avakirin. Bi şaredariyê re karekî hevpar bê meşandin. Lê tenê ne şaredarî, divê derdor û têkildar hemû plansaziyekê çêkin. Divê ji hêla qanûnî ve tiştên ku bêhiqûqî hatine kirin bên betalkirin. Divê ev kooperatîf ji bo kesên baxçeyên wan li wir hene bê avakirin. Ji ber vê yekê tenê bi Komeleya Ekolojiyê ev tişt zehmet e. Hewce ye dînamîkên vî bajarî hemû bi hev re hem ji bo Çemê Dîcleyê, hem ji bo Hewselê û hem jî ji bo Zanîngeha Dîcleyê ku gelek tiştên nebaş tên qewimîn polîtîkayên giştî çêbikin û ev polîtîka jî domdar bin. Heke ev tişt pêk werin parastina tiştên mayî dê hêsantir be.”    BANGAWAZΠ   Herî dawî Bîlgîç bang li gel kir ku piştgiriyê bidin çandina daran û wiha got: “Li Kurdistanê qirkirina daran derketiye asteke gelek mezin. Ji Cûdî bigire heta Dêrsimê, ji Çewligê bigire heta Mûşê daristanên me tune dikin. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku her sal kampanyaya çandina daran dide destpêkirin, par bi dirûşmeya ‘Ji bo aşitî û azadiyê tu jî darekê biçîne’ dabû destpêkirin. Tevgerê îsal jî di navbera 1 û 10’ê nîsanê de bi dirûşmeya ‘tu jî darekî biçîne, vê jiyanê şîn bike’ kampanyaya çandina daran da destpêkirin. Her wiha çandina daran diyarî kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Em jî wek Komeleya Ekolojiyê tev li vê kampanyayê dibin. Em saziyên sivîl, gelê welatparêz û dilxwaz, kesên jiyanparêz, partiyên siyasî û hemû kesî vedixwînin ku li kûçe, gund, bajar li her derî darekê biçînin û jiyanê şîn bikin. Li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bang dikin ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û li hember talankirinê jiyanê pirtir şîn bikin.”   MA / Bazîd Evren