Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye 2022-12-21 09:05:56 ŞIRNEX - Li Şirnexê welatiyê ku li dijî birîna daran a li Şirnexê berdewam dike daxwazname ji Midûriyetên Daristanên 5 bajarên cuda re şandibûn bê bersiv man. Ji serlêdaran Abdulezîz Gungen bertek nîşanî Midûriyetên Daristanan da û got: "Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Şirîkê vê birînê ne.”    Li herêma Besta û çiyayên Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên li Şirnexê birîna daran ku ji aliyê cerdevanên bajarokê Sêgirkê ya bi ser navçeya Qilêbanê ya Şirnexê ve di binçavderiya leşkeran de hatiye destpêkirin berdewam dike. Heta niha li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn û derveyî bajêr tên firotin. Lê tevî hemû nerazîbûn û hewledanên şêniyên herêmê û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî talana dar û daristanan berdewam dike. Yek ji welatiyên ku bêyî destûra wî darên wî tên birîn jî Abdulezîz Gungen e.    Gungen têkildarî birîna daran ên li gundên wan Çalyan, Mehûjk û Xirbkêbestê bê sekinandin heta niha ji Midûriyeta Daristanan a Şirnex, Sêrt, Bedlîs, Riha û Fermandariya Cenderme ya Bajêr re daxwazname şandin. Lê belê her 5 daxwazname jî bê bersiv man. Gungen derbarê mijarê de axivî.    DAXWAZ BÊBERSIV MANE    Abdulezîz Gungen diyar kir ku di salên 1990'î de gundên wan hatin valakirin û niha jî darên wan tên birîn û wiha axivî: "Ez ji gundê Xirbkêbestê me. Gundê me yê ji wî kevintir jî Çalyan û Mehûjk in. Di sala 1990'î de em ji wir koçber bûne û hatine Şirnexê. Dewlet dibêje ku ew ji bo ewlehiyê daran dibirin û ji me re dibêje ku, 'em dora qereqolan 500 metre dibirin' lê belê bi yek carê hemû qada daristanê dibirin û tune dikin. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Me daxwaznameyên xwe ji Midûriyeta Daristanan a Bedlîsê re, ji Sêrtê re, ji Rihayê re, Şirnexê re û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr re şandiye. Lê cihekî jî bersiva daxwaznameyên me nedan. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Em sibê vegerin ser axa xwe, em nikarin li wir bisekinin. Em naxwazin ku darên me bên birîn. Kî dibe bila bibe bila ew be, bila darên me nebirin. Ev birîna daran warê me wêran dike. Li gel birîna daran xwezaya me tune dibe.”    'MIDÛRIYETA DARISTANÊ DESTÛRÊ DIDE’    Gungen da zanîn ku Midûriyeta Daristanan û cerdevan di encama peymanekî de birîna daran dane destpêkirin û wiha got: “Midûriyeta Daristanan û ev kesên ku daran dibirin navbera xwe de li hev hatinekî dikin û daran dibirin. Min carekî xwest ku biçim herêma me ya ku dar tên birîn, lê nehiştin ku ez biçim. Fermandariya Cendermeyan ji me re got, ‘herin ji Midûriyeta Daristanan destûr bixwazin, heke ku ew destûr bide ez ê bihêlim ku hûn biçin'. Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Ji wan re ferman tê nizanim, lê ew destûra birînê dide. Kes nikare bikeve qada kesekî. Daristan Midûriyeta Daristanan eleqeder dike. Tiliya wan di birîna daran de heye. Destûra wan nebe kesek nikare van daran bibire. Her kengê şewat derdikeve jî Midûriyeta Daristanan mudaxile nake û tenê temaşe dike. Daxwaza me ew e ku em vegerin ser axa xwe û bes darên me bên birîn. Em bimrin jî bila em li ser warê xwe bimirin. Bila van qedexeyan ji ser gundên me rakin."    MA / Zeynep Dûrgût