Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê 2022-12-20 18:28:26   AMED – Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi kemçeyan ket nava Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê ku ji aliyê ÛNESCO'yê ve wekî qada sîtê hatine îlankirin. Pêkhateyên TMMOB'ê yên Amedê diyar kirin ku dê kesên mudaxileyî çem dikin gilî bikin.    Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li gel sûrên dîrokî yên Amedê, niha jî mudaxileyî Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê dike ku di sala 2015'an de daxilî nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya ÛNESCO'yê hatibûn kirin. Ji pêkhateyên Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman û Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatûn li vir daxuyanî dan.    ‘ZIRARÊ DIDIN JIYANA XWEZAYÎ'   Ferît Kahraman diyar kir ku qada sîtê ay xwezayî tê etxrîbkirin û wan ev texrîbat bi çavêm xwe dîtiye. Kahraman diyar kir ku qada ku niha wekî qada rantê tê guherandin qada sîtê ya xwezayî ye û got: "Ji me re hat gotin ku Şaredariya Sûrê vir dikole û amûrên liv ri derdixe. Ev qada sîtê ya xwezayî bi makîneyên karî û qamyonan tê texrîbkirin. Ev etxrîbat zirarê dide qadên jiyana xwezayî."    'EM Ê GILÎ BIKIN'   Kahraman da zanîn ku dê gilî bikin û got ku tiştên li vir tên kirin ne demkurt in, ji lew re şaredarî ji zûde ye li vir dest bi kolandinê kiriye. Kahraman bêdengiya saziyan û rayedaran jî rexne kir û got ku dê giliyê kesên tiliya wan di vê de heye bikin. Kahraman xwest ku kesên tiliya wan di vê de heye bên cezakirin û dawî li vê texrîbatê bê.    Hevserokê Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku gava ji bo vekolandina texrîbatê hatine rayedarên Serokatiya Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hatine qadê û gotine ku "Şaredariya Sûrê ji bo qîmê ji çem derxînin destûr ji wan xwestine, lê wan piur guh nedaye vê yekê." Hatûn destnîşan kir ku bi çavê xwe dîtine ku bê rayedarên şaredariyê çi qasî guh li xwezaya vî bajarî û li mîrateya wî ya çandî dikin û got ku bêyî destûra ÛNESCO û ICOMOS'ê kes nikare bizmarekî jî li vir bixe, lê rayedar radibin destûrê didin ku makîneyên karî têkevin vir û qûmê bikişînin.    ‘XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ GEL E'   Hatûn anî ziman ku xwediyê esil ên vî bajarî gel e, ne şaredarî ne û got ku eger li hemberî vê deng neyê derxistin dê vir bibe qada rantê.