Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne 2022-12-09 15:34:02   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç li Desteya Giştî ya Meclisê wêneyê talan darên li Çiyayê Cûdî nîşan da û got: “AKP dijminê ekolojiyê ye.”    Li Desteya Giştî ya Meclisê hevdîtinên li ser budçeyê berdewam dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç di budçeya Wezareta Çandinî û Daristanan de axivî û wêneyên talana daristanên li Kurdistanê nîşan da. Sarisaç wêneyê li Wanê deverek ku Wezareta Daristanê nivîsa “Welat nayê dabeşkirin” û wêneyê talana darên li Çiyayê Cûdî ku bi kamyon û TIR’an tên barkirin nîşanî Meclisê da.    ‘ÇAREYÊ DI TALANÊ DE DIBÎNIN’    Sarisaç da zanîn ku budçeya ku AKP amade dike budçeya şer e û got: “Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd, ranta patronan heye û budçe ji şer re tê veqetandin.” Sarisaç bal kişand ser talankirina daristanên li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê û got: “Gelo hûn çareseriyê di qirkirina ango talana xwezayê de dibînin?” Sarisaç bi taybetî bal kişand ser talana dar û daristanên li Çiyayê Cûdî û bajarên din ên Kurdistanê û wiha got: “AKP dijminê ekolojiyê ye. Ev wêneyê ku nîşan didim bi her awayî neçareserkirina pirsgirêka kurd nîşan dide.”