Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê 2022-09-16 16:08:15   STENBOL/ÎZMÎR - Ji Stenbolê û Îzmîrê gelek kes ji bo tev li Meşa Cûdî ya bi dirûşmeya “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ku sibê tê lidarxistin ketin rê.    Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad ( TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” sibê dê ber bi Çiyayê Cûdî ve meş bê lidarxistin. Gelek aktîvîstên ekolojiyê, rêxistinên civakî yên sivîl, endamên partiyên çepgir û sosyalîst, gelek parazvanên xwezayê li otogarên Esenler, Alîbeykoy, Dûdûllû û Haremê yên Stenbolê hatin cemhev û bi otobusan ketin rê.    ‘EM DIMEŞIN CUDÎ’   Aktîvîstê Polen Ekolojiyê Cemîl Aksû bal kişand ser qirkirina daran a demeke dirêj e li Cûdî didome û wiha axivî: “Desthilat bi birîna daran rejîmeke bêhiqûqî û nelirê dimeşîne. Em jî wek nûnerên rêxistinên ekolojiyê yên li Stenbolê dê bi banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û KCD'ê biçin Cûdiyê. Heya ku hemû rêxistinên ekolojiyê û demokrasiyê ji binpêkirinên mafan û polîtîkayên şer re nebêjîn bisekine em nikarin hilweşandina ekolojiyê yên li aliyê din re jî bêjin ‘bisekine.’ Em bi biryar in ku vê yekê heya dawiyê bidomînin.”   ‘CÛDÎ MÎNAKA BERXWEDANÊ YÊ’   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku ji daristanên Bakur, heya Çiyayên Kazan; ji çemên Behra Reş heya daristanên Ege û Behra Spî, berxwedaneke hawîrdor û ekolojiyê heye û got: “Em mînakeke vê berxwedanê li Çiyayê Cûdî dibînin. Birîna daran, qetilkirina xwezayê aliyeke mêtingeriyê ye. Em ji bo qetlîama xwezayê bisekinînin û deng bidin têkoşîna gelê Şirnexê a ku bi mehan e dom dike, dikevin rê. Ger ku em bibin sedema balkişandinê ya têkoşîna ekolojiyê û qetlîama xwezayê ya Cûdiyê ew ji me re cihê bextewariyê ye.”   Piştî axaftinan aktîvîstên ekoliyê û endamên partiyên çep û sosyalist siwarî otobusan bûn û ber bi Amedê ve ketin rê.    ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Çep a Kesk, Komeleya Pêşeroja Kesk a Îzmîrê, Komeleya Piştevanî û Çandê ya Dêrsim û Îzmîrê, Platforma Hawîrdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP), Platforma Hawirdorê ya Mûglayê (MÛÇEP) ji bo tev li Meşa Cûdî bibin ketin rê. Di daxuyaniya ku li pêşiya HDP’a Îzmîrê hatiye kirin de dowîzên “Daristan û çem ne yên sermayeyê ne”, "Li hemberî talan û qirkirinê meşa azadiyê”, “Em ê her darê yek bi yek biparêzin” hatin hilgirtin û dirûşmên “Em ê hemû daran yek bi yek biparêzin”, “Cûdî ne bi tenê ye” hatin berzkirin.    ‘TALAN KESAYETIYA DESTHILATÊ YE’   Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bi salan e şewitandin û talan li Cudî û Gabarê didome û got: “Talan û xerakirin ji kesayetiya vê desthilatê tê. Îro parastina Cudiyê nerazîbûna kesayetiya vê desthilatê ye.”    ’JI BO BIBIN DENG DIÇIN’   Endamê Komeleya Pêşeroja Kesk a Îzmîrê Kenan Işik destnîşan kir ku darên ku tên birin radestî xizmeta kapîtalîzmê tê kirin û got: “Em ji çar aliyê welat ji bo kû piştgirî bidin hev diçin Şirnexê. Em ne ji bo avhewayê, ji bo ku pergalê bigûherînin, ji bo ku deng bidin Şirnexê diçin.”    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’   Rêveberê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Îzmîr û Dêrsimê, Aslan Sûltan diyar kir ku ew ê ji bo xwedî li daristanan derbikevin tev li meşê bibin û wiha got: “Li Şirnexê qirkirinek heye. Dixwazin daristanên me pêşkeşî kapîtalîzmê bikin. Em ê destûr nedin vê yekê.”   ‘JI BER ŞER DIBIRIN’   Rêveberê Partiya Çep a Kesk Huseyîn Çaglar jî da zanîn ku êrişên ekolojiyê vegûherîn qirkirinê û ev tişt gotin: “Ji bo ku kesên kapîtalîst kar bikin divê daristan bên tunekirin. Ger ku hûn bixwazin li dijî bobelata hawîrdoriyê têbikoşin, divê hûn her darekê biparêzin. Darên me bi hinceta JES û HES’an an jî bi hinceta şer tên tunekirin. Darên li Cudiyê tên birîn ji sermayeyê re tên pêşkeşkirin.”