Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn 2022-09-16 15:36:14   ŞIRNEX- Li herêma Rîsorê ya Bestayê di dîmenên hatine kişandin de tê dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn.   Li herêmên Besta ya Şirnexê birîna daran ku di pêşengiya cerdevanan hatiye destpêkirin de bênavber didome. Di dîmenên ku li herêma Rîsor a Bestayê ji aliyê şeniyên heremê ve hatine kişandin û ji ajansa me re hatine şandin de tê ditin ku heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Darên ku hatine birîn li qadê hatine komkirin û ji bo ku li kamyonan barkin didin sekinandin.