Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin 2022-09-15 09:05:56   ÊLIH - Ekolojîstên ku dê beşdarî Meşa Cûdî bibin gotin: "Em pêşî li ber vê rantê û qirkirinê bigirin. Beşdarbûna her mirovekî/ê rizgarkirina darekê ye."    Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo balê bikişînin ser texrîbatên ekolojîk wê di 17'ê Îlonê de ber bi herêma Çiyayê Cûdî ve meşekê li dar bixin. Meş dê bi dirûşmeya "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" bê lidarxistin. Tê payin ku ji gelek bajaran gelek kes dê tev li meşê bibin.    Ekolojîst Huseyîn Akil û Ridvan Ayhan ku dê ji Êlihê beşdarî meşê bibin diyar kirin ku ew ê ji talankirina xwezayê re bibêjin "raweste".   TALANKIRIN   Ekolojîst Huseyîn Akil ji bo tevlîbûna Meşa Cûdiyê bang kir û wiha got: "Talana li Kurdistanê di sala 1071'ê de dest pê kir û hê dewam dike. Talankirina xwezaya Kurdistanê bi salan e didome. Lê belê nexasim di pêvajoya şerî de zêdetir bûye. Daristan bi şewitandin û birînê tên qirkirin. Ji bajarên ku daristanên wê tên qirkirin yek jê jî Şirnex e. Her roj bi tonan dar tên birîn û li kamyonan tên barkirin û veguhastin. Ev rewş bênavber berdewam dike. Ev hovîtî bi mehan e li Cûdî, Besta û Gabarê berdewam dike. Ji bo dawî li vê wehşetê bê divê meş xurt be. Beşdarbûne her mirovekî/ê rizgarkirina darekê ye."   'MIROVAHIYÊ ELEQEDAR DIKE'   Akil bêdengiya hin derdorên xwe wekî "muxalif û ekolojîst" didin der rexne kir û wiha got: "Ji bo talankirinê 'ewlehiyê' wekî hincet didin der. Dema behsa ewlehiyê tê kirin, gelek derdor li hemberî texrîbata rû dide xwe li bêdengiyê datînin. Di nava van kesên bêdeng de, kesên ji xwe re dibêjin ekolojîst jî hene. Yanî ferqê dixin navbera darên kurdan û darên li hin derên din. Ev ne meseleya herêmekê ye, meseleya mirovahiyê ye. Lewma qirkirin li ku dibe bila bibe divê bertek bên nîşandan."   BANG LI REWŞENBÎRAN KIR'   Li aliyê din ekolojîst Ridvan Ayhan, rûxandina xwezaya li Heskîfê bi bîr xist û got ku xweza di bin navê "ewlehiyê" de tê talankirin û ev talan ji Kazdaglariyê heta Çiyayê Cûdiyê li qadeke berfireh belav bûye.   Ayhan got, "Em ê bi raya giştî ya hestiyar û rêxistinên ekolojiyê re li Çiyayê Cûdiyê bin û xwezayê biparêzin. Em ê rûxandinên li wir tên kirin bikin rapor û belavbikin. Em hemû rewşenbîr, nivîskar û mirovên xwezahez vedixwînin vê derê."   'XWEZA TÊ QETILKIRIN'   Ayhan bertek nîşanî kesên ku ji bo talankirina xwezayê kirasê "ewlehiyê" wekî hincet nîşan didin û wiha got: "Li wir ên di xetereyê de bûnewer in. Dar, minminîk, mêş, gur, beraz, kîvroşk û gelek bûnewerên din li wir jiyana xwe didomînin. Li vir bi qirkirina xwezayê jiyana hemû bûneweran di xetereyê de ye. Divê em bi hev re pêşî li ber vê bigirin. Werin em vê qetlîama ku ji aliyê kesên bêempatî tê kirin rawestînin."    Ayhan destnîşan kir ku ew bi talankeke ji bo rantê tê kirin re rû bi rû ne û wiha got: "Texrîbata li Heskîfê hat kirin, dixwazin li vir jî bikin. Bi bendava li vir hat çêkirin derbek mezin li xwezayê hat xistin. Li Cûdî, Gabar û Bestayê xweza bi hinceta ewlehiyê tê talankirin. Ev darên ku gelek ji wan hê ciwan in, tên birîn û firotin. Em pêşî li ber vê rant û qetlîamê bigirin."   MA / Fethî Balaman