Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin 2022-09-08 11:17:47   STENBOL - Endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK’ê Volkan Bûlût destnîşan kir ku bi talana ekokojiyê herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî talana xwezayê tevlibûna Meşa Cûdiyê kir.   Bi konsepta şer a tifaqa AKP’ê û MHP’ê li herêmê talana xwezayê tê domandin. Konsepta şer di 24'ê Tîrmeha 2015’an de bi êrişa hewayî ya li dijî çiyayên başûrê Kurdistanê dest pê kir. Ji 20152an ve bênavber li dijî başûr, rojava û bakurê Kurdistanê êriş didiomin. Herî dawî Tirkiye di 17’ê Nîsana îsal de bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên kîmyewî û çekên nukleer ên taktîk dest bi şerek nû kir. Li gel êrişan talana xwezayê ya ji Şirnexê heya Colemêrgê berdewam dike. Li Herêma Besta, Ciyayên Cûdî û Gabarê ji meha adarê ve bi birîna daran xwezaya Botanê tê talankirin.    Li dijî talana ku bi mehan e dom dike Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi şîara “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixe.    Endamê Meclisa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Volkan Bûlût destnîşan kir ku bi talana xwezayê herêm ji mirovan tê xalîkirin û bang li her kesê kir ku bila li dijî qirkirina xwezayê bikeve liv û tevgerê.    ŞER BANDOR LI EKOLOJIYÊ DIKE   Bûlût destnîşan kir ki dema ku sermaye teng dibe berê xwe dide xwezayê û hebûnên xwezayê. Bûlût anî ziman ku li tevahiya welat hebûnên xwezayê tên talankirin û wiha axivî: “Li Behra Reş avê dixin bendavan, dikin sermaye; li Egeyê baxçeyên zeytûnan xera dikin dikin cihê enerjiyê; li Îlîçê, Egeyê, Şirnexê û gelek cihan ji bo  xweza tê serûbinkirin. Serobinkirina xwezayê ji bo dewletê, şîrketên navxweyî û derveyî welat ne xem e. Heskîfa bi hezaran salan hate hilweşandin nebû xem. Li dijî xwezayê Kurdistanê çand û dîrokê tune kirin, ev yek daxwaza feraseta Tirkayetiyê ye. “   ‘BERPIRSYAR QEREQOL IN’   Bûlût destnîşan kir ku xweza di heman demê de ji bo van hêzên sermayedar qadeke rantê ye û wiha pê de çû “Em dibînin ku komyon kamyon dar tên firotin. Qereqolên li herêmê berpirsyar in. Cerdevan jî tên daran dibirin û dema difiroşin jî para xwe distînin. Em nikarin bibêjin ku amirê mulkî derbarê hebûnên xwezayê de dikare biryar bide. Vê biryarê divê gelên ku sedan sal in li vir dijîn bide.”   JI STENBOLÊ BER BI CÛDIYÊ VE   Bûlût destnîşan kir ku ew ê ji bo Meşa Cûdiyê di 17’ê îlonê li Şirnexê bin, dê ji bo kesên ji Stenbolê bçin Şirnexê, wesayîtan organîze bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê vê talana xwezayê ya ku ji civakê tê veşartin teşhîr bikin. Lê ev têr nake. Divê em li her qada k u tê de ne vê yekê teşhîr bikin. Em ê hewl bidin ku gelê herêmê li dijî vê talanê têbikoşin. Bi qasî ji me tê em ê gelek însanan ji Stenbolê bibin Şirnexê û dê mirovên li herêmê jî guhdar bikin. Ez bang li her kesê dikim ku bila li dijî talankirina xwezayê deng derxin.”   MA / Esra Solîn Dal