Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin 2022-09-01 10:18:45   ŞIRNEX - Li herêma Besta û Çilênimêja yên Şirnexê darên ku tên birîn êdî bi TIR'an tên barkirin û veguhezandin.    Li Herêma Besta, çiyayê Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê di bin navê "ewlehiyê" de birîna daran ku 2 sal in bi destê cerdevanan tên kirin, bênavber didome. Di nava van du salan de heta niha bi sed hezaran dar hatine birîn. Di heman demê de li herêmê çavkaniyên debarê ya xelkê herêmê jî tune bûn. Li her noqteyên Besta ku dar tên birîn, ewilî bi kamyonan bar dikirin û vedugehzandin lê niha daran li TIR’an bar dikin û veduhezînin û dibin li derveyî Şirnexê difiroşin.    ROJA BI EWLE NEHAT DÎTIN    Her wiha welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş ê ku darên wî li ser sînorê di navbera Sêrt û Şirnexê de tên bîrînê ji bo tomarkirina tapoyê xwe doz vekiriye. 11 sal in bi hinceta "ewlehiyê" tomarkirina tapoyê nayê çareserkirin. Daxwaznameyên ku ji Midûriyeta Daristanan a Sêrtê, Rihayê, Şirnex û Walitiya Şirnexê û qereqola cendirmeyan re hatine şandin jî bêbersiv mane. Di doza ku di 11'ê tebaxê de li Dadgeha Berwarî ya Sêrtê hat lidarxistin. Di dadgehê de hat gotin, “Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Berwariyê ji bo rojên guncav û ewle yên ji bo keşfê hat daxwazkirin ku lêgerîn bê kirin û ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku danişîn taloqî 21.10.2022’an were kirin."