Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe 2021-09-01 11:48:59   ÇEWLIG - Şewata ku li daristanên navçeya Korxol a xebatên cemidandinê lê nehatin kirin, dîsa dest pê kir û ber bi jîngehan ve belav dibe.      Şewata ku di 29’ê tebaxê de li gundikê Xarsak ê girêdayî gundê Conag ê navçeya Korxola Çewligê derketibû duh bi mudaxileya şêniyên herêmê û ya hewayî hatibû kontrolkirin. Lê ji ber li herêmê xebatên cemidandinê nehatin kirin di saetên şevê de careke din şewatê dest pê kir. Hat hînbûn ku heta niha mudaxileyî şewata ku bi bandora bayê belav hin qadên cuda dibe nehatiye kirin.    ‘NIHA GELEK CIH DIŞEWITIN’   Cengî Goksal ê ji gundê Conagê diyar kir ku ligel hişyarkirinê jî xebatên cemidandinê nehatin kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê di saetên şeve de şewat dîsa dest pê kir. Niha gelek cih dîsa dişewitin. Şewat ber bi gundên Deşt û Kêr ve belav dibe. Wekî din belavî Zozanên Arê Qêwex jî bûye. Wisa biçe wê şewat heta jîngehan jî biçe.”