Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin 2021-08-29 11:51:10 DERSIM - Walîtiya Dersimê, daxuyakirin ku wan ji hewayê de, mudaxeleyî şewata daristanê ya ku 13 roj in li çoltera navçeya Pulurê dewam dike, kirin.    Şewata ku di encama operasyona eskerî ya 17’ê Tebaxê de, li daristan goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê rû da û belavî gundên Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê bû 13 rojin dewam dike. Welatiyên xwestin mudaxileyî şewatê bikin û vemirînin, her tim ji aliyê eskeran ve hatin astengkirin.   Walîtiya Dersimê, di daxuyaniya xwe ya îro da de, diyar kir ku wan bi 2 helîkopteran ji hewayê de, mudaxileyî şewatê kirine.