Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake 2021-08-26 14:04:47 DERSIM - Li navçeya Xozatê, şewata 10 rojin dewam dike û destûr nayê dayîn kes mudaxile bike, her ku diçe belav dibe. Walîtiyê jî, bi hinceta “çûnehatin tuneye” mudaxileyî şewatê nake.    Şewata daristanê ya bi operasyona eskerî re li gundikê Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê dest pê kir û duh belavî gundê Ûzûnçeşme bû, 10 rojin dewam dike. Şewata ku bi tu awayî mudaxileyî wê nayê kirin, bi dehan hektar erd kir xwelî. Hat diyarkirin ku welatiyên xwestin şewatê vemirînin jî, ji aliyê eskeran ve hatin astengkirin.   Walîtiya Dersimê jî di daxuyaniya nivîskî ya weşand de, îdîa kir ku ji ber ku “çûnehatina li herêmê tuneye” mudaxileyî şewatê nakin.