‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’ 2021-08-20 11:57:14   SÊRT - Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî biryara darazê ya ji bo çêkirina HES'ê ya li ser Çemê Zorava hatiye dayîn da û xwest hemû projeyên HES'ê bên bidawîkirin.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) ya tê xwestin li ser Çêmê Zorava yê gundê Şavûra yê bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê ve were çêkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Beştaş, diyar kir ku ligel hemû dijkertina welatiyan jî desthilat di çêkirina HES’ê de israr dike û wiha got: “Têkildarî mijarê, odeyên pîşeyî, akademisyen û saziyên sivîl ên civakî daxuyanî dane, welatiyan bi gotina ‘em HES’ê naxwazin’ hewl dane li qadan dengê xwe ragihînin. Lê deshilatê ji hêrsa xwe ya kar û rantê tavîz neda û hilweşandina xwezayê bi xwe re anî.”   HES’A DUYEMÎN   Beştaş, bi bîr xist ku li ser Çêmê Zorava yê gundê Şavûra Dihê ligel bertekên gundiyan jî di sala 2015’an de projeya HES’ê hat çêkirin û da zanîn ku piştî pênc salan nêzî 7-8 kîlometreyan nêzî HES’ê dixwazin projeyeke nû ya HES’ê çêbikin.    RAPORA ÇED’Ê   Beştaş, diyar kir ku projeya HES’ê wê bi hevkariya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjiyê ya Tîgrîsê wê were avakirin û wiha berdewam kir: “Proje di 21’ê adara 2019’an de bi peymanekê hat îmzekirin. Lê ne li gorî rapora ÇED’ê bû, ji ber vê yekê gelê Şavûra serî li rêya darazê da. Ligel ku Dadgeha Îdarêyê du caran biryara rawestandina rêvebirinê da jî doz li dijî xwezayê encam girt. Qasî ku dadgeh serbixwe bûna xwe winda dike têgînên bingehîn ên weke xweza û jiyana mirovan tên qûrbankirin.”   ‘BILA PROJEYÊN HES’Ê BÊN BIDAWÎKIRIN’   Beştaş, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku ev biryar neyên pêkanîn û bên rakirin. Ji bo ku wê sermaye 3 qûrişan qezenç bike û desthilat dê ji vê sûdê bigire, bila tunekirina cihên gel neyên temaşekirin. Em bang li desthilatê dikin û dixwazin hemû projeyên HES’ê bên bidawîkirin.”