'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin' 2021-08-14 09:07:40   MÛGLA - Gel li dijî kana madenan a tê xwestin li Daristanên Akbelenê bê çêkirin têdikoşe. Jinên parêzvanên jiyanê ku piştgiriya gel dikin gotin: "Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin."    Tê xwestin li Daristana Akbelenê ya li Taxa Îkîzkoy a navçeyya Mîlas a Mûglayê Kana Madenê ya Lînyîtê bê mezin kirin. Şêniyên herêmê û parêzvanên jiyanê meheke li dijî kana madenan nobedê digire.    BI PÊŞENGIYA JINAN    Jinên parêzvanên jiyanê ku tevli çalakiya nobetê bûn, bal kişandin ser girîngiya berxwedanê.    Parêzvana jiyanê Elîf Kavîlî, anî ziman ku jin hem di têkoşîna ji bo azadiyê de hem jî di gelek têkoşînan de roleke pêşengî hildgirin û got: "Tu dînamîkek civakî ji hev ne qutkirî ye. Niha têkoşîna jinan xwe di têkoşîna ekolojiyê de dide der. Sedsala dawî wekî sedsala jinê tê pênasekirin. Di dema Rewşa Awarte de jin li derve bûn, li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê jin li derve bûn. Niha di têkoşîna li Îkîzkoyê de jî li refa herî pêş in."   Kavîlî ku got "Em ê ji bo her darekê heya dawiyê bitêkoşin" destnîşan kir ku dê li dijî qirkirina xwezayê li ber xwe bidin.    Sema Demîr jî bibîr xist ku çalakiya nobetê bi biryara hevpar a jinan dest pê kiriye û li dijî qirkirina xwezayê bi hev re têdikoşin. Demîr, destnîşan kir ku kana madenê kut ê xwestin bê mezinkirin, dibe cihê talûkeyên mezin û bi vê tê xwestin jîngehên gel bên tunekirin. Demîr bal kişand ser têkilya di navber xweza û jinê de û got: "Lewma di berxwedanê de em herî zêde çav bi jinan dikevin."    TAHDEYA DEWLETÊ   Demîr, destnîşan kir ku bi destê îqtidarê şîrketên mezin tên parastin û û ev yek di demên dawî de pir tê dîtin û got: "Ji ber mudaxileya cendirmeyan, tahde li gelek hevalên me hat kirin. Reşayiya li milên jinan, careke din feraseta dewletê rê me da. Em li vir tenê mafên candaran diparêzin."    Elîf Başaran jî destnîşan kir ku îqtidar dixwaze xwezayê qetil bike, lê dê ew jin destûra vê yyekê nedin û got: "Em ê li dijî polîtîkayên tunekirinê yên îqtidarê li ber xwe bidin."    MA/ Hakan Yalçin