Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye 2021-08-14 09:01:34 ORDÛ - Rêvebirê ORÇEV'ê Coşkûn Ozbûcak, anî ziman ku lehî û hêlanên vê dawiyê li Behra Reş çêbûn, encama mudaxileya mirovan a li xwezayê ye.    Li Herêma Behra Reş ji ber mudaxileyên li xwezayê, lehî li ser lehiyê radibin. Lehiya ku meha borî li Rîze û Artvînê rabûbû, vê carê li hêla rojavayê herêmê rabû. Ji ber lehiyê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek bajar jî bûn kavil.    Ji serê hefteyê ve li Ordûyê baraneke zêde tê û ev baran bû sedema lehî û hêlanan. Li gor daneyên Walîtiya Ordûyê, di 3 rojan de li 255 deveran hêlan çêbûye û ji ber vê hema bibêje li hemû navçeyên bajêr pir xirab bûn û rê hatine girtin.    Lehiya ku li Sînopê rabû, xwe gihand Bartin û Kastamonûyê jî. Li navçeya Ayancik a Sînopê û li navçeya Bozkûrt a Kastamonûyê ji ber lehiyê gelek kes mirin. Li gor daneyên fermî li Sînopê 2, li Kastamonûyê jî 25 kes mirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Komeleyya Hawirdorê ya Ordûyê (ORÇEV) Coşkûn Ozbûcak, lehiyên di salên dawî de li herêma Behra Reş radibin nirxandin.    ENCAMA MUDAXILEYA MIROVAN A LI XWEZAYÊ   Ozbûcak, anî ziman ku bi salan e li herêmê av radibe, lê belê di salên dawî de ev yek veguheriye lehiyên dijwar. Ozbûcak, destnîşan kir ku ji ber ku mirov mudaxileyî xwezayê dikin ev lehî radibin. Ozbûcak, bilêv kir ku di lehiya dawî ya li Ordûyê de rêyya Fatsa-Kûmrûyê hatiye girtin û got: "Sedema vê jî 8 kanên keviran ên li herêma Îslamdaxiyê ne. Molozên kanên keviran, pêşiya çem girtine. Ji ber vê lehî rabû û rê hatin girtin. Ji bo lehiya li navçeya Bozkûrt a Kastamnonûy jî tê gotin an qalpaxa bendavê hatiye vekirin an jî şikiyaye. Heger hûn rabin bi dîwaran pêşiya robar bigirin, dê av rabe û leza wê zêde bibe. Ev jî dê bibe sedema lehiyê."    ‘HER DER BÛ BETON'    Ozbûcak, destnîşan kir ku ji bo van karesan divê pergal û rêvebirên welêt bên lêpirsînkirin û got: "Berê gava baran dibariya wisa pir nedibariya. 10-15 rojan li ser hev dibariya, lê ne bi vê ecêbê. Zirarek nedigahşt xwezayê. Ji lew re wê çaxê ax avê dikişandin. Lê niha her der bûye beton. Ne mimkun e av bigihê axê. Baran li ser beton û asfaltê dibare û gava her du digihên hev, li nav bajêr dibe seba lehiyê."    GOTINÊN WEZÎR    Ozbûcak, gotinên Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî ku piştî lehiyê gotibûn "Li vir tu problemek têkildarî HES'an tune ye. HES, bi awayekî neyînî bandorê ji lehiyan digire" bibîr xistin û rexne kirin. Ozbûcak, destnîşan kir ku wezîr bi dîtineke sermayeyê nêzî meseleyê dibe û îqtidar jî betonan diparêze û got: "Em gel jî em ê di çarçoveya mirina mirovan, tunebûna jiyana xwezayî û wêranbûna bajaran de lê mêze bikin. Sedema van xisaran ev beton in."    KRÎZA AVHEWAYÊ    Ozbûcak, destnîşan kir ku li hemberî lehiyan divê çareseriyên demdirêj bên plankirin û divê parêzvanên jiyanê jî pêşî li ber krîza avhewayê bigirin.    MA / Tolga Guney