Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar 2021-06-21 09:00:48 AGIRÎ - Gundiyên gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ku li dijî kana mermer li ber xwe didin, ji aliyê qaymeqamê navçeyê ve ev gef li wan hat xwarin: “Heke hûn ji malan dernekevin ez ê bi zimanekî din bi we re biaxivim. Ev der mêrga dewletê ye.”    Şîrketa Şêwirmendî û Endezyariyê ya Yeşîl Dogayê, ji bo ku li gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê kana mermer vebike, di 17’ê hezîrana 2019’an de ji bo Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) serî li Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê da. Piştî serlêdanê xwediya projeyê Yûrdanûr Işık, wezaretê xwest li herêmê lêkolîn bê kirin. Piştî ku lêkolîn temam bûn, di 8’ê cotmeha 2019’an de biryara “ÇED ne pêwîst e” hat dayîn. Di ser vê biryarê 2 sal derbas bûn û ji aliyê şîrketê ve li gund starta xebatên vekirina kanê hat dayîn     GUNDÎ LI DIJÎ KANÊ NE   Rayedarên şîrketê ku beriya demekê hatin gund, bi hinceta ku tapoyên wan tune ne ji gundiyên ku li herêma tê xwestin kan lê bê avakirin dijîn xwestin ji malên xwe dervekevin. Ji ber ku gundî li dijî şîrketê derketin di 17’ê hezîranê de Qaymeqamê Giyadînê Alper Balci ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Giyadînê ye jî bi hejmarake zêde leşker re hat gund. Hat hînbûn Qeyûm Balci, gotiye ku ji ber qada ku tê xwestin kan lê bê avakirin çêrgeh e û tapoyên malan tune ye xwediyên wan nikarin doza tu mafî bikin.  Her wiha Qeyûm Balci, gundiyan hişyar kiriye ku li dijî şîrketê dernekevin.    GEFA QAYMEQAM   Ji gundiyên ku tê xwestin mala wê bê hilweşandin Mûazzez Yildiz, diyar kir ku li dijî kanê ne û wiha got: “7 zarokên min hene, heke malê min bê hilweşandin em ê li derve bimînim. Wê ji malên me yên ku bên hilweşandin dê pere jî nedin. Şîrket heqaret li me dike. Ev ne bes e, qaymeqam jî bi sedan leşkeran hat malên gund dorpêç dike. Qaymeqam dibêje, ‘Heke hûn dernekevin ez ê bi zimanekî din biaxivim. Ev der çêrgeha dewletê ye’. Qaymeqam gef li me û zarokên me dixwe. Ers û gundê min li vir e. Bila destê xwe ji qirêka me vekişînin û mala me xera nekin.”    HINCET: MALÊ XÊZÎNÊ YE   Gundî Yûsûf Yildiz jî detnîşan kir ku qada tê xwestin kan lê bê çêkirin 22 mal hene û ev tişt gotin: “Tapoyên malan tune ne. Tapo Qadastro hat herêmê û li ser gotinên hin kesan devera ku mal lê ne weke çêrgeh nîşan da. Ji ber ku em li dijî hilweşandina malên xwe derketin qaymeqam hat gund. Got, ‘Min ji were silavên Walî anîne, ev der malê xêzînê ye’. Me jî jê re got, ‘Wê risqê zarokên me çawa bibe?’ Mutehît jî beyî ku bi me re biaxive û em li hev bikin wê di demeke nêz de dest bi xebatan bike. Qaymeqam got, ‘Heke ev zilam dema ku dest bi kar bike, heke hûn jê re astengî derbixin wê rewş biguhere. Wê serdozger çavên we bigire û we bavêje hundir’. Em di rewşeke perîşan de ne.”    ‘EM Ê LI KUÇEYÊ BIMÎNIN’   Hatîce Yildiz ku bertek nîşanî xwestina hilweşandina mala xwe da, diyar kir ku bi salan de li gund dijîn û ev pirs kir: “Em ê bi kuderê ve biçin? Em ê dev ji mala xwe bernedin.” Seyran Yildiz jî da zanîn ku dahateke wan tune ye û ev tişt anîn ziman: “Heke mala me bê hilweşandin em ê li kuçeyê bimînin. Zarokên me hê biçûk in. Herkesê ku li vir dijî di heman rewşê de ne. Di hêla aborî de di rewşeke zehmet de ne. 5 zarokên min hene, wê çawa be halê me?”    KANÊ NAXWAZIN    Gundiyê bi navê Mûrat Yildiz, da zanîn ku qaymeqam ji wan re gotiye, ‘Ev der cih û warê min e. Çawa bixwazin ez ê wisa bikim û xera bikim. Heke bixwazim dikarim we teva bavêjim derve jî. Wê şîrket bê bixebite û gere kes ji we dengê xwe neke. Heke pêwîst bike wê malan jî xera bike. Mafekî we yê rûniştinê li vir tune ye’. Yildin, bi lêv kir ku ew jî mane heyirî ku dê çi bikin û wiha got: “Em jî nizanin ku çi bikin. Kan xesarê dide hawirdorê. Xesara wê ji sewalkariyê re jî heye. Wê qamyon û kemce di gund de derbas bidin. Zarokên biçûk hene. Heke tiştek bi yekê bibe em ê çi bikin. Em kanê naxwazin.”    MA / Dîndar Karataş