Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye! 2021-06-21 09:00:44 WAN - Jinên gundê Şêxanê yên navçeya Payîzavayê ku rê, av û şebekê lê tuneye li dijî avakirina kana mermer a li gund derketin û ev daxwaz kirin: “Em ne kana mermer, rê, av û axurên me yên ku hatin hilweşandin dixwazin.” Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê rê nehatine çêkirin, şebekeya avê nehatiye kişandin û înternet jî li gund tune ye. Li şûna ku ev her sê pirsgirêk bên çêkirin tê xwestin ku li gund kana mermer bê avakirin. Ji bo avakirina kanê di 27’ê gulanê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve axurên li gund ên gundiyan hatibûn hilweşandin. Gundî li dijî vê rewşê bi bertek in û dixwazin li şûna kana mermer pirsgirêka wan a rê, av û înternetê bê çareserkirin.      PIRSGIRÊKA AVÊ Û RÊ   Ji gundiyan Emîne Belek, diyar kir ku li gundê wan ji ber şebekeya avê nehatiye kişandin ew bi ava ku bi mila dikişînin kincên xwe dişon û wiha got: “Niha kana mermer jî li van zehmetiyên ku em dikişînin zêde dikin. Em li gund jiyaneke paqij dixwazin. Li dijî tozê alerjiya min heye. Ji ber ku rê nehatine çêkirin, dema ku wesayît derbas dibin toz radibe. Her dema ku toz radibe nikarin bêhn bigirim. Hevjînê min şivan e. axureke me hebû û wê jî hilweşandin. Cihekî ku em sewalên xwe lê bi cih bikin nemaye û ewalên me li holê ma ne.”   JI BO AXAFTINA BI TELEFONÊ DERTÊN SERÊ ÇIYA   Ji gundiyên ku axura wê hatiye hilweşandin Saadet Yuce jî diyar kir ku ji ber hilweşandina axura wan neçar mane di cihê ku tendûra wan lê ye de li sewalên xwe binerin û ev tişt anîn ziman: “Em tenê bi sewalan debara xwe dikin. Bi hilweşandin axurên xwe re me perîşan bûn. Li gund gelek kêmasî hene. Rê, av û şebe tuneye. Ji bo axaftina bi telefon em dertên serê çiya. Kurekî min ê 15 salî şivantî dike. Me bi xebata wî ji xwe re axur lê kiribû, lê wê jî hilweşandin. Bila destpêkê ji sewalên me re cih bibînin. Em nikarin li cihê tendurê li wan binerin. Em zivistanê çawa bikin.    ‘KEMASIYÊN GUND HENE’   Îpek Bîlek jî da zanîn ku ji ber tunebûna înternetê zarokên ku diçin dibistanê nikarin dersê xwe baş bibînin û ev tişt gotin: “Gelek kêmasiyên gund hene. Em kana mermer naxwazin. Em dixwazin li şûna kana mermer kêmasiyên gund bên derbaskirin.”   ‘BILA JI GUNDÊ ME DÛR BISEKININ’   Ji jinên gund Zeytîn bîlek jî bi lêv kir ku ew li gundê xwe kana mermer naxwazin û derdê xwe wiha anî ziman: “Em li gund perîşan bûn. Ne av, ne rê ne jî şebeke heye. Axura hilweşandin û pişta xwe dane çûne. Ji berk u cihê me tuneye em niha li cihê tendura xwe li sewalên xwe dinerin. Ji bilî vir cihê me tune ye. Em ê destûr nedin ku kes bikeve gundê me. Bila ji gundê me dûr bisekinin.”    MA / Bariş Donmez