Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye 2021-06-14 09:09:40 ENQERE - Ekolojîstan, diyar kirin ku hilweşîna li herêmekê ku şer lê heye, tevahiya ekosîstemê berovajî dike û gotin: “Ev jî wê bi xwe re pirsgirêkên weke kêmbûna ava bin erdê, zuhabûn, krîza xwarin û birçîbûnê bîne.” Li tevahiya cîhanê, her sal, bi hezaran mirov ji ber şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest didin û di heman demê de, hilweşandinek cîdî ya ekolojîk rû dide. Bi mîlyonan dar bi hinceta "ewlehiyê" li herêm û qadên şer û pevçûn lê hene, tên birîn û şewitandin. Qad û herêmên kesk bi rêyên nû, qereqol û bendavên ji ber heman sedemê hatine çêkirin tên tune kirin. Ev rewş, dibe sedem ku jîngehên bi mîlyonan zindiyan tune bibin. Ax, av û çavkaniyên bin erdê jî, ji ber bermahiyên çekên kîmyewî yên ku di şeran de tên bikar anîn, zirarekê ku bi salan dewam bike, dibînin. Gelek ekolojîst û rêxistinên jîngehê vê hilweşînê wekî sedema germbûna gerdûnî ya ji ber guherîna avhewayê nîşan didin.   Ji Tevgera Ekolojî ya Polen Cemîl Aksû û ekolojîst Koray Turkay, behsa zirara ku şer dide hem jiyan û hem jî xwezayê, kirin.     SEKTORA ŞER AVÊ TUNE DIKE   Cemîl Aksû, diyar kir ku madeyên dibin sedema hilweşandinên mezin, di şeran de tên bi karanîn û wiha axivî: “Ji bo malzemeyên di pîşesaziya şer de têne bikar anîn, xebatek mezin a madenvaniyê tê kirin. Ji ber van xebatan, qadên kêm ên di xwezayê de hene, tune dibin. Berî ku şer dest pê bikin, lêgerîna madeyên hilberîna wê tên destpêkirin. Ev jî zirarek mezin dide xwezayê. Ji bo safîkirina kanan, hûrkirina polayê û pêvajokirina materyalên xav hejmarek mezin a avê tê bikaranîn. Ev jî dibe sedama xilasbûna avê. Ger em bihesibînin ku tenê ji %2 ava cîhanê tê vexwarin, em dikarin bêjin ku sektora leşkerî sektora serekeye ku avê vedixwe û ev sektor hêdî hêdî rêjeya ava vexwarinê kêm dike.”   ‘SERWER KOÇBERIYÊ NEÇAR DIKIN’   Aksû, da zanîn ku şerên ku serdest bi rêve dibin, mirovan mexdûr dikin û wan neçarî koçberiyê dikin û wiha bi dawî kir: “Mirov nikarin jiyana xwe ya rojane dewam bikin. Nikarin biçin kar û dibistanê. Nikarin xebatên xwe yên çandiniyê bidomînin ku jiyana xwe dewam bikin. Ji ber ku xebatên wekî çandinî û xwedîkirina sewalan ji holê tên rakirin, mirov girêdayî dewletên emperyalîst dibin. Bomberdûmana dijwar a bajaran û wêrankirina xwezayê, dibin sedem ku mirovên mexdûrên şer koç bikin.”   2 ŞERÊN CUDA    Li aliyê din ekolojîst Koray Turkay jî, şerên heyî bi awayekê “Mirovahî li dijî hev” û “Mirovahî li dijî xwezayê” kir du par û wiha axivî: “Sedemên şerên mirovahiyê yên li dijî hev ax, çavkanniyên bin erd û ser erdin. Ev jî rê li ber tunekirina ekolojiyê vedike. Em şer tenê wekî avêtina bombeyan, tevlîhevkirina kîmyewiyan a axê û şewitandina daristanan dibînin. Lê, zirara ku ji ber şer di xwezayê de çêdibe berfirehtir e. Rûxandina herêmekê tevahiya ekosîstemê berovajî dike. Tunekirina Daristanên Baranê ku 10 hezar kîlometre dûr in, li seranserê cîhanê tê wateya ziwabûnê. Ev jî tê wateya hişkesalî, krîza xwarinê, birçîbûn, hejarî û tunebûnê. Ji ber vê yekê, hilweşînek bi tenê jî ya din ve girêdayî ye.”    MÎNA EFRÎNÊ   Turkay, dest nîşan kir ku dewletên ku dikevin şer xwezayê jî dikin parçeyekê şer û wiha got: “Vê jî ji bo armanca ‘serdestiya’ xwe bi kar tîne. Piştî ku şer bi dawî dibin jî, texrîbatên wê dewam dikin. Mînak Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), di sala 2018’an de bi komên paramîlîter re li dijî bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir. Bandorên vê operasyonê hîna jî dewam dikin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, dest bi pêvajoya texrîbatek mezin a ekolojiyê kirin. Hemû dewlemendiyên xweza û ekolojiyê bi awayekî hovane tune kirin. Ji ber jehra nîtratê ya ku di bombe û çekên şer de hatine bikaranîn, li wan axan çandinî hema hema ne gengaz e. Dîsa hilberînên li wê derê niha gefê li tenduristiya mirovan dixwin.”    XETA TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ   Turkay, anî ziman ku hilweşînên ekolojîk, pirsekên siyasî û çînî ne û wiha bi dawî kir: “Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye. Li dijî van hilweşandinan, pêwîstî bi têkoşîna yekgirtî heye. Em her dem dibêjin ku ev pirsek siyasiye û pêdivî pê heye ku were eşkere kirin, dewlet zirarê dide ekosîstemê. Yên ku xwedî perspektîfek ekolojîk a civakî ne, divê bi domdarî têkoşîna yekbûyî paş guh nekin.”    MA / Berna Kîşîn