Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê! 2021-05-28 12:31:15   WAN - Polîs qeraxê Gola Wanê ku li ber KelehaWanê ye wek qada fêrkirina berdana bombeyên gazê bikar tîne. Ev dever sala par wek “qada parastina xwezayî” hatibû tomarkirin. Şêniyên taxê dibêjin bombeyên gazê zirarê didin wan.    Li Wanê cih û xaniyên dîrokî nayên parastin. Li gel neparastinê bi sepanên cuda rê li ber rûxandinê jî tê vekirin. Qeraxê Gola Wanê ku li ber Keleha Wanê ye sala par wek “qada parastina xwezayî” hatibû tomarkirin. Polîs vê qada tomarkirî (tescîlkirî) wek cih ango qada fêkirina berdana bombeyên gazê bikar tînin. Bombeyên gazê hem zirarê didin cihê dîrokî û hem jî derdorê qirêjî dikin. Wextê ku ba jî tê vê gazê bi ser taxa Bûzhane ya Wanê ve tîne. Bandorek neyînî li ser tenduristiya xelkê dike.    ‘XWEZAYÊ QIRÊJ DIKE’    Rêveberê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Bazî Aslan destnîşan kir ku bombeyên gazê tên berdan zirarek mezin dide derdorê û got: “Ev der qada dîrokî û parastî ye. Li ber Golê ye. Ev bombeyên gazê dîmenek nexweşik derdixe holê. Berdana bombeyên gazê hem zirarê dide însanan hem jî zirarê dide sewalên li qeraxê golê. Derdor û hewa tê qirêjkirin. Ez bang li walîtiyê, miduriyeta polîsan û parlamenteran dikim ku li tavilê bi vê meseleyê ve eleqedar bibin. Bila hewl bidin ku li van qadan çekên bi vî rengî neyên bikaranîn.”    ‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE’    Şêniyên taxê jî ji ber gazên tên avêtin bi bertek in û dibêjin ku gaza tê berdan tesîrek neyînî li ser wan dike. Şêniyê taxê Saît Bîlmez anî ziman ku ev problem çend sal in berdewam dike û dema nû dest bi vê sepanê hatiye kirin bi walîtiyê re hevdîtin kirine û berdana gazên bombeyê hatiye sekinandin û ev demek e dîsa va jî nû ve dest pê kiriye. Bîlmez diyar kir ku ew naxwazin bombeyên gazê werin berdan û got: “Berdidin û tesîrî li ser nexweşên me dikin. Em dixwazin li tavilê ev sepan were bidawîkirin. Bombeyên gazê daivêjin golê, qadên vala. Zarokên me nikarin derkevin derve. Bêhna gazê bi ser taxê dikeve û em nikarin derkeve.”    MA / Dîndar Karataş