Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin 2021-05-22 09:00:26 ŞIRNEX - Di navbera Şirnex û Cizîrê de nêzî 40 tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîr, bandoreke nebaş li tenduristiya mirovan û heywanan dikin û xwezayê qirêj dikin. Şêniyên herêmê xwestin tesîs bar bikin biçin deverine dûrî jîngehan.  Di navbera Şirnex û Cizîrê, li gundê Avgamasyayê, gelek tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîs zirarek mezin didin derdorê.    14 jê fermî û 26 jê jî qaçax, li dor 40 tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîs, hem ava şirnexiyan hem jî xwezaya wan qirêjî dike. Qamyonên ku komirê bar dikin jî ser wan vekiriye û toza komirê belav dibe û zirarê dide bax û baxçeyan. Her wiha tevli robaran jî dibe.    DÎNAMÎT   Şêniyê gundê Avgamasya Sadik Gungen, anî ziman ku li derdora gund gelek tesîsên seridandina komirê hene û toza tesîsan bandorek nebaş li wan dike. Gungen, destnîşan kir ku ji ber dînamîtên li vir tên teqandin, derz li xaniyan dikevin û got: "Heftê herî kêm du caran dînamît tên teqandin. Ji ber dînamîtan, derz li hemû malan ketine û ev derz bi qasî 4 santîman e. Dê kî xwe bide ber vê zirarê?"    BILA BÊN KONTROLKIRIN    Gungen, bilêv kir ku nikarin bax û baxçeên xwe bajon, ji lew re qamyonên komirê bar dikin ser wan vekirîne û toza komirê xwe li bax û baxçeyan digire. Gungen, anî ziman ku ji ber vê nikarin derî û paceyên xwe jî vekin û xwest ev tesîs bên kontrolkirin.    TENDURISTÎ   Abdûrrezak Beyret jî anî ziman ku ji ber toza tesîsê nexweş dikevin û ji ber dînamîtan jî derz li malên wan dikevin. Beyret got: "Ji br komirê ava robarên me reş bûye. Bla tesîs bên rakirin, da ava Robarê Nerduşê paqij bibe."    HEYWAN NEXWEŞ DIKEVIN    Muhsîn Aşar ku 40 sal in şivantiyê dike, anî ziman ku ava komirê ya diherike robar hem zirarê dide mirovan hem jî heywanan û got: "Em naxwazin ava komirê biherike robarê me. Em ji serê sibê heya êvarî li derdora vî robarî ne. Lê em nikarin gulpek av jî vexwin."    MA / Mujdat Can