Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin 2021-05-21 09:45:36   MÊRDÎN - Li Nisebînê welatiyek kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû û nesla wan li ber qedandinê ye dît.    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê welatiyek ku çû serdana goristanê gundê şaxdar ku baskê wî şikestîbûn dît û tê gotin nesla van kundê şaxdar li ber qedandinê ye. Welatiyê ku kund dît xist qutiyekî û bir mala xwe û mudaxileya ewilî pêk anî. Pişt re jî kundê şaxdar radestî rayedaran kir. Şaxa Parastina Xwezayê ya Miduriyeta Çandiniyê ya Mêrdînê ji bo baskê kund sax bike, hilda bin parastinê. Hat diyarkirin ku wê kund bişînin navenda rehabîlîteyê ya li Rihayê û piştî tedawiyê wê dîsa berdin çolê.