Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin 2021-05-09 16:41:34   SÊRT - Kepçe ketin Newala Qasaba ya ku nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê lê hatine definkirin û dest bi kolandinê kirin.    Kepçe ketin Newala Qesaba ya ku nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê bi komî lê hatine vaşartin û dest bi kolandinê kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan li Newala Qesaba cenazeyê yek ji pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) jî di navde da cenazeyên 300 PKK’î lê hatine definkirin. Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku kepçeyên ketin Newolê dest bi kolandina qadê kirin. Nehat zanîn ku kepçe ji aliyê kê ve şandine û çima li qadê kolandinê dikin.    300 CENAZE LI NEWALA QESABA HATINE VEŞARTIN    Di sala 1915'an de dema Ermenî bi komî hatin qetilkirin cenazeyê wan li herêmê hatin definkirin. Dîsa cenazeyê nêzî 300 şervanên PKK'ê yên piştî salên 1984'an di şer de jiyana xwe ji dest dan li vê newalê hatine difinkirin.