Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû 2021-05-09 16:05:12 RIZE - Xebatên çêkirina kana keviran a li Îkîzdereyê dewam dikin. Ji ber kavilên dar û berên xebatê newal tije bû.     Xebatên kana keviran ku ji aliyê Cengîz Înşaetê ve li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê tê çêkirin, berdewam dikin. Xebatên kana kevir, bandoreke neyînî li newal û robarên navçeyê dikin. Ligel hemû bertek û nerazîbûnên gelê herêmê jî, xebatên çêkirina kanê bi navber didomin. Makîneyên kar ji bo çêkirina rê, dar û berên radikin, davêjin newal û robaran. Ji ber vê her ku diçe newala sûlavê bi kavilan tije dibe. Çawan ku newala sûlavê tije bibe, wê av qût bibe.   Rawestandina niştecihên gund a li dijî vê rewşê ya di konê ketina gund de jî dewam dike. Gundî ligel qedexeya derketina kolanan jî têkoşîna xwe didomînin û naxwazin kana keviran li gundê wan bê çêkirin.